Îdiaya kurê Mevlude Uçdag ya li ber HDP’ê rûdine, tevlî DAIŞ’ê bûye 2019-09-24 09:20:51   AMED - Hinek malbat, bi îdiaya ku zarokên wan revandina çiyê, li ber avahiya HDP’ê ya Amedê çalakiya rûniştinê pêk anîn û yek ji van jinên tevlî çalakiyê bûye Mevlude Uçdag e. Kesên Mevludeyê ji nêz ve nas dikin, îdia kirin ku kurê wê ne li çiyê ye, tevlî DAIŞ’ê bûye.   Hinek malbatan îdia kirin ku zarokên wan şandine çiyê û li ber avahiya HDP’ê ya Amedê dest bi rûniştinê kirin û bedewariya wan didome. Der barê malbatên li ber avahiyê rûniştin de her roj îdiayek dertê holê. Der barê Mevlude Uçdag ya ji 9’ê îlonê de li wir rûdine de îdiayek nû derket holê. Di çapemeniya alîgir de ji bo Mevludeyê ev agahî derbas dibe ‘Mevlude 5 sal in agahî ji kurê xwe Ramazan (22) nagire û di 9’ê îlonê de di dema serdana Wezîra Malbat, Civakî û Xebatê Zehra Zumrut Selçuk, de hat ber HDP’ê û tevlî çalakiyê bû.’   Îdiaya ‘jina li ber HDP’ê rûdine soza kar girtiye’   Welatiyeke ku navê xwe neda, diyar kir ku Mevludeyê baş nas dike û da zanîn ku kurê Mevludeyê tevlî DAIŞ’ê bûye û her roj bi kurê xwe re diaxive û wiha pê de çû: “Di nûçeya de min Mevlude dît. Ez matmayî mam. Kurê wê diçû Îmam Hatîbê. Zarok nedixwest biçe, her roj bi bavê xwe re nîqaş dikir. Piştre gotin kurê wan tevlî DAIŞ’ê bûye. Ligel vê ji roja kurê wan çûye jî pê re diaxivin. Kurê wê neçûye çiyê. Mevlude bi AKP’iyan re hevdîtin kiriye û soza kar girtiye. Li ser vê çûye ber HDP’ê rûniştiye.”