Mamosteyên MA Muzîkê: Heta em xwe bigihînin hemû gundan 2019-09-24 09:19:38   MÊRDÎN - Sarya Ertaş ku yek ji mamosteyên MA Muzîkê ye, diyar kir ku bi atolyeyên pêk anîne bi hezaran zarokên gund re hatine cem hev û ev tişt vegot: “Em dizanin zarok di bin çi şertî de mezin dibin. Bi armanca bandora pergalê ya li ser zarokan ji holê rabin, me xebatên atolyeyê xist meriyetê.”   Mamosteya Akademiya MA Muzîkê ku armanc dike zarokan bi hunerê re bide naskirin, Nudem Tekîn jî wiha got: "Li gundan aktîvîteyên civakî ji bo zarokan pir kêm in. Ji ber vê em bi biryar in ku xebatên xwe bigihînin gundan. "   Akademiya MA Muzîkê ya bi felsefeya ‘ji bo her kesî muzîk, li her derê muzîk’ li Amedê hat avakirin, xebatên xwe didomîne. Ekîbeke ku ji 18 kesî pêk tê, li gundên herêmê digerin, xebatên atolyeyê dimeşînin û bi zarokan re tên cem hev. Bajarên ku diçinê jî sê rojan lê dimînin û armanc dikin ku têkiliya zarokan a bi hunerê re xurt bikin. Mamoste Sarya Ertaş der barê atolyeyan de axivî û got ew hedef dikin ku xebatên wisa zêde bikin û bi zêdetir zarokî re bên cem hev.   ‘Armanca me kêmkirina bandora pergalê ye’   Saryayê wiha got: “Ji 2017’an de em xebatan dimeşînin lê îsal me giranî da gundan. Çar sal in me amadekariya xebatek wisa dikir. Di bin bana MA Muzîkê de ev xebat ji xwe dihatin kirin. Lê me ev xebat berfirehtir kir. Em çûn gundan. Berê em li Sîlopiyê bûn. Em sê rojan li wir man, xebatên muzîk, lîstik û dramayê hatin meşandin. Zarok li vê herêmê di şertên giran de mezin dibin. Ji bo bandora pergalê ya li ser zarokan rabin me xebat dan destpêkirin. Heta derfetên me hebin em ê xebatan bimeşîn.”   ‘Em dixwazin hunerê bi zarokan bidin hezkirin’   Nudem Tekîn jî destnîşan kir ku ew bi komeke ji 18 hîndekarî pêk tê ketine vê rê û got: “Em beriya tevlîbûna atolyeyan sohbetan dikin. Em ewil hewl didin ku zarok nêzî me bibin. Me bi vî awayî huner ji wan re vegot. Di alî hunerê de em performansên muzîkê nîşanî zarokan didin. Li gundan aktîvîteyên civakî pir kêm in. Ji ber vê em bi biryar in ku xebatên xwe bigihînin hemû gudan. Me li Sîlopiyê kir, li Stewrê kir, ji vir şûnde jî wê Farqîn be. Me xwest em bi zarokên Erganiyê re bên cem hev lê ji ber qedexeya qeymeqamtiyê hat betalkirin. Tevî hemû astengiyan em ê xwe bigihînin hemûyan.”