Zarokên çûn Kursa Quranê jahrî bûn 2019-09-23 14:42:16   AMED - Li Amedê ji ber jehrîbûna ji xwarinê ya Qursa Quranê 40 zarok rakirin nexweşxaneyê.    Li Qursa Quranê ya Leylî ya  Alî Îhsan Çelebî Eser a li navçeya Rezan Amedê, 40 zarok bi xwarina taştê, jehrî bûn. Hat ragihandin ku zarokên ji penir û zeytûnan jehrî bûne rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Zarokan a Amedê û girtine bin tedawiyê. Hat ragihandin ku hin zarok tabûrcî bûne û hin zarok jî hê tedawiyê dibînin.    Tê gotin ku li Qursa Quranê zêdetirî 100 zarokî dimînin.