Li Amedê Nobeta Demokrasiyê: Dê heqîqet bi ser keve 2019-09-23 14:24:37   AMED - Li dijî tayînkirina qeyûman li Amedê Nobeta Demokrasiyê didome. Di nobeta 36'an de Hulya Alokmen Uyanik, diyar kir ku li dijî dagirkeriyê dê berxwedana xwe mezin bikin û got: "Daxwaza me heqîqete û dê qeqîqet bi ser keve."   Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûman li Amedê di roja 36’emîn de li Cadeya Lîseyê ya li hemberî Şaredariya Bajarê Mezin ên Amedê pêk hat. Parlamenter, hevşaredar, rêveber, hevserok, endamên meclîsa şaredariyê, rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) tevlî nobetê bûn. Her wiha nûnerên sazî û rêxistinên sivîl jî tevlî nobeta îro bûn. Her wiha îro Komeleya 78'an ya Îzmîr, Dîlok, Êlih, Mêrdîn, Riha, Mêrsîn û Amedê bi pankarta “Li dijî darbeya qeyûmê, Ji bo rastî û dadê dewam, ji bo hevgirtinê dewam” hatin qadê.    Di Nobeta Demokrasiyê de hevseroka rêxistina bajêr a HDP'ê Hulya Alokmen Uanik axivî û diyar kir ku 36 roj in li ber xwe didin û wiha got: "Em bi welatiyan re çalakiya xwe didomînin. Em ê li dijî dagirkeriyê her roj berxwedana xwe mezin dikin. Daxwaza me heqîqet e û wê heqîqet bi ser keve. Rêya me vekirî be û hêvîdarim wê mil bi mil ber bi serkeftinê ve bimeşin.”