Jin li dijî hişmendiya zayendperest pedal badan 2019-09-23 10:06:13   AMED - Endamên Komeleya Pirtûk, Bisiklêt û Xwezayê li Amedê çalakiya bisiklêtê pêk anîn. Endamên komeleyê gotin ku li dijî hişmendiya zayendperest û qirêjkirina xwezayê pedal badidin.    Ji hela Komeleya Pirtûk, Bisiklêt û Xwezayê ve çalakiya jinên xemilandî ya bi bisiklêtê li Amedê hat lidarxistin. Jin bi bisiklêtên li parka Xwezayê ya Ormanê civiyan. Li Tesîslerê dest bi gera xwe kirin. Jin xwestin bi çalakiya xwe bal bikişînin ser kuştin, tecawîz û binpêkirina mafên jinan. Jinan di çalakiyê de gotin: "Em hene û em li vir in." Her wiha jin dema bisiklêt dajotin li gel eleqeya baş, rastî bertekan jî hatin. Jinan bi yek dengî gotin ji bo jiyaneke aştiyane dê her tim pedal babidin.   ‘Ji bo jiyanek aştiyane em li gel hevin’   Endama komeleyê Jînda Telîoglu, qala armanca gerê kir û wiha got:  “Jin di her alî de bi şîdetê re rû bi rû dimînin û hemû qadên jiyanê li jinan tên tengkirin. Mînaka herî ber bi çav jî ajotina pisiklêtê ye û ev tişt ji bo jinan şerm tê dîtin, ji derveyê wê jî di ajotina maşîneyan de jî jin wekî amator tê dîtin. Di rêde jî jin tên tacizkirin û rê nadin jinan. Ajokarên jin bi hişmendiyên paşverû û zayend perestî re rû bi rû dîminin. Çalakiya me ji bo parastina xwezayê girîng e. Ji ber ku xweza bi egzoza maşîneyê zirareket mezin dibîne. Çalakiya me berteka li hember van yekane ye. Her pedalek gavek ya jiyana aştî  û aramiyê ye. Ji ber vê yekê divê jin li her cihê tevlî vê têkoşînê bibin. Ji bo em bibin bersiva van hişmendiyan gaveke girîng e.”   ‘Em rastî şîdeta devkî tên'    Sevda Bakî, jî wekî jinên din qala eleqeyê kir û diyar kir ku rastî eleqeyeke baş a jinan hatine û wiha wiha berdewam kir: “Îro em rastî eleqeyeke pozîtîf a jinan hatin. Her wiha em rastî bertekan jî hatin. Ji xwe tişta ku em qal dikin ev e, bertek û hişmendiya di civakê de şekil girtiye ye jinê weke zayendê duyem û sêyem dibînin. Wê dixin di nava çarçoveyekî de. Di rê de em rastî şîdeta gotinî ya zilaman hatin. Ger ku ez tenê bim, min nedikari li van kolanan pedal babidim.  Îro em bi dehan jin û cardin rastî tacîzan tên. Li hember vê hişmendiye em ê li berx we bidin û bi hev re pedal babidin."   'Divê rêyên bisiklêtê bên zêdekirin'   Her wiha di dawiyê de hemû endamên komeleyê daxwaz kirin ku rêyên bisiklêtê werin zêdekirin û wiha gotin: "Jinan diyar kirin ku ew rêyên hatine çêkirin şaş hatine çêkirin û bi armancên cuda tên bi karanîn. Herî dawiyê em bang dikin ku jin tevlî çalakiya wan bibin û bibin endameke jiyaneke aşitiyane."