ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2019'AN 2019-09-23 09:00:00   *Li herêma serhedê bi hatina demsala payîzê re gundiyan dest bi berhevkirina simaqê kir. Jinên ku her sal bi zehmetiyên mezin simaqê kom dikin diyar kirin ku simaq ji her nexweşiyekê re derman û ji her xwarinekê re ji tam e. DÎMEN HEYE   *Taybetmendiyeke jinan jî ew e ku ji bo her tiştî zêde kedê didin. Gulîstan Hemdo ku yek ji van jinên kedkare û yekem jina li taxa Şêx Meqsûd de xwaringiheke kade vekiriye, derbarê kadeyên çêdike de wiha dibêje: "Divê em hemû jin berpirsyartiya jiyanê bigirin ser milê xwe û xwedî li ked û vîna xwe derkevin.Ez bi kadeyên çêdikim debara xwe dikim û bi vê kêfxweş im" BI DÎMEN   *Meles Tekîn a 75 salî sala borî di meha nîsanê de bi hinceta cezayê wê teqez bûye hat girtin. Ji bo Meles a ku gelek nexweşiyên wê hene û nikare bimeşe, piştî Edeneyê, Nexweşxaneya Lêkolînê ya Xarpêtê jî rapora STE’ê amade kir û got ‘dikare di girtîgehê de bimîne’.    *Yek ji endama Meclîsa Şaredariyê parêzer Gulîstan Ataş ku xwest bikeve şaredariyê lê ji ber qerta wê ya endamtiyê tunebû, polîsan nehişt bikevê, wiha got: “Hewce bi qertên meclîsê an jî naskirina wan tune. Em wek welatî nikaribûn bikevin şaredariyê. Me der barê astengkirinê de serlêdana sûc kir.” DÎMEN HEYE    *Di doza Nisêbînê de ku gelek nelêrêtî çêbûn, di pêvajoya dadgehê de jî tu gumanbar nehatin guhdarkirin. Parêzer Aslihan Bulur diyar kir ku bêyî gumanbar bên guhdarkirin, mutala hatiye xwendin û muhîmatên di dosyayê de wek delîl dihatin nîşandan jî bi biryara dozgeriyê hatiye îmhakirin. Aslihanê wiha got: “Dozgeriyê di pêvajoya lêpirsînê de bi îmhakirina wan çekan re pêşî li darizandina adîlane girt.” DÎMEN HEYE    *Cigira Hevseroka Giştî ya DBP’ê Halîde Turkoglu, diyar kir ku polîtîkayên şer yên li Rojhilata Navîn tên jiyîn bi rakirina tecrîdê dikare bidawî be û got: “Divê hikûmet banga Birêz Ocalan li ber çavan bigire û dest ji şer berde, ji bo çareseriyê hewl bidin.” DÎMEN HEYE