Hemleya Kongra Star li Kobanê berdewam e 2019-09-22 16:22:15   KOBANÊ - Di çarçoveya hemleya Kongreya Star a ku bi dirûşma "Ax û rûmeta xwe biparêze, dagirkeriyê û DAIŞ'ê têk bibe" de jinên navçeya Qinê ya Kantona Kobanê meşek li darxistin.   Di çarçoveya hemleya Kongreya Star a li dijî gefên dewleta tirk û bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan, jinên navçeya Qinê li Rojavayê Kobanê meşek girseyî li dar xistin. Meş ji gundê Hemdeşat ê Bakurê Qinê hat destpêkirin û li çemê Firatê rawestiya. Di meşê de dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" û "Jin jiyan azadî" hatin berzkirin.   Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê li ser navê Koordînasyona Kongreya Star a navçeya Qinê Kewser Sûleyman axivî û wiha got: "Em weke jinên navçeya Qinê bi hemû pêkhateyan xwe, bûn yek ku  gefên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê vala derbxînin. Mafê me jî yê em bi vîna xwe li ser vê erdê bijîn heye."   Piştî meşê jinan qurnefîl bi avê de berdan û çalakiya xwe bi dawî kirin.