Li Wanê çalakiya Nobeta Demokrasiyê di roja 35’emîn de dewam kir 2019-09-22 13:12:14   WAN - Nobeta Demokrasiyê li Wanê di roja xwe ya 35’emîn de berdewam kir. Di çalakiyê de parlementerê HDP’ê yê Antalyayê Kemal Bulbul axivî. Kemal diyar kir ku qirkirina jinê,aloziya aborî,aloziya civakî û sedemê pêvçûnan e, neçareserkirina pirsgirîka kurd e û bang li hikûmetê kir ku dev ji tayinkirina qeyûman berde.   Li bajarên ku şaredariyên wan hatine xespkirin Nobeta Demokrasiyê didome. Çalakiya  ku li her sê bajaran hat destpêkirin di roja 35'emîn de li Wanê berdewm kir. Di çalakiyê de parlementera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan, Parlementerê HDP’ê yê Antalyayê Kemal Bulbul, aktivîstên TJA’yê û endamên Meclisa Dayîkên Aşitiyê jî di nav çalakiya ku li ber avahiya HDP’ê ya navçeya Riya Armuşê hat lidarxistin amae bûn. Di çalakiyê de pankarta “Ne îdareya qeyûman,vîna gel” hate vekirin.    'Daraz daxwazên qeserê pêk tîne'   Çalakî bi axaftina parlementerê HDP’ê yê Antalyayê Kemal Bulbul hate destpêkirin. Kemal destnîşanî daraza heyî kir û wiha axivî;” Daraz bi fermana qesrê tê rêvebirin. Ew sucên ku ji aliyê qesrê ve tên ziman ji aliyê darazê ve dikevin meriyetê. Em dubara dibêjîn di çalakiyên Kobanê de darizandin pêk hatibû û biryara der heqê birêz Fîgen Yuksekdag û Selahhatîn Demîrtaş de ji xwe hatibû dayîn. Ji ber ku ji bo girtina wan tu suc û minesebet nedîtin bi hincetên vala darizandineke li dijî hiquqê pêk anîn. Vê biryarê bi awayekî skandal cihê xwe di rûpelên dîrokê de girtiye. Ji bo ku van polîtîkayên li dijî hiquqê meşru bikin bi medyaya xwe û sîyasetmenderên xwe polîtîkaya xwe didin meşandin. "   Kemal bal kişand ser rewşa Sûriyeyê û helwesta AKP'ê jî ev tişt got: " Li ser Suriyeyê listîk tên lîstin. Pêşengên Gelê Kurd ji dewleta tirk re dibêjin 'werin em bi hev re vê pirsigirîkê çareser bikîn. Em dixwazîn bi gelên tirkiyeyê  re hevpar bijîn'. Lê mixabin ji bo ku vê daxwazê vala derbixînin statuya Gelê Kurd ya Suriyeyê tê hedef girtin û listîkên Cengîz Han û Osmaniyan tên listîn. Em berê jî bi van listîkan re rû bi rû man. Tenê çareseriyek heye ew jî destpêkirina muzakereyane. Qetilkirina jinan,qetilkirina xwezayê,aloziya aborî û sedema pêvçûnan girêdayî neçareserkirina pirsgirîka kurd e. Em careke din li vir bang dikîn û dibêjin dest ji tayinkirina qeyûman berdin û şaredariyan îadeyî hilbijêran bikin. Em ji bo pêkanîna aşitiyê û wekhêviyê amade ne û em bi hêzin û li virîn.”   Girse piştre desrbasî çalakiya rûniştinê bû. Çalakî bi dirûşmên”Bijî berxwedana Wanê” bi dawî bû.