Hemleya Kongreya Star bi çalakiyên cur bi cûr berdewam e 2019-09-22 11:07:52     QAMIŞLO - Bi pêşengtiya Kongreya Star li bajar, navçe û bajarokên Kantona Qamişlo di çarçoveya hemleya bi dirûşma "Ax û rûmeta xwe biparêze, dagirkeriyê û DAIŞ'ê têk bibe" belavok hatin belav kirin.   Bi pêşengtiya Kongreya Star li bajar, navçe û bajarokên Kantona Qamişloyê di çarçoveya hemleya bi dirûşmeya "Ax û rûmeta xwe biparêze, dagirkeriyê û DAIŞ'ê têk bibe" belavok hatin belavkirin. Jinan bi cil û bergên xwe yên herêmî belavokên xwe belav kirin.   Jinên ku li Kantona Qamişloyê  bi reng, deng û cilên xwe yên herêmî belavok belav kirin, bi van cilên xwe girêdanbûyina xwe  nîşan dan. Hemû  jin bi rihê wekheviya gelan bi pekhateyên kurd, ereb, tirkmen û sûryanî ji bo axa xwe biparêzin rabûn ser piyan û dengê xwe li tevahî cîhanê belav kirin.     Hemleya Kongreya Star bi çalakiyên cur bi cur dê bidome.