Çalakiya Dayikên Aşitiyê di roja 22’an de ye 2019-09-22 10:05:56   MEXMUR- Çalakiya Dayikên Aştiyê ya li dijî dorpêça ku ev 67 roj in Ii ser Wargeha Penaberan a Mexmûrê ye, di roja 22'yan de li ber deriyê asayîşa PDK’ê di dome. Lê hîn jî asayîşa PDK’ê destûrê nade ku rojane nexweşên giran jî di nav de, bi sedan karker û welatiyan ku derbasî Hewlêrê bibin.   Ev 67 roj in dorpêç û ambargoya ku rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê daniye ser Wargeha Penabaran a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) berdewam dike. Ji bo rakirina vê dorpêçê Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê tevî şert û mercên dijwar jî 22 roj in li seytera PDK'ê ya di navbera Hewler û Mexmûrê de di çalakiya runiştinê de ne, şev û roja xwe li wê derbas dikin.   Li gel van hemû hewldanan, heta niha rayedarên hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê tu bersiv nedane dayikên aşitiyê. Dayik eşkere dikin ku heta dorpêç bi dawî nebe wê çalakiya xwe ya runîştinê bidomînin.    Rojane nexweşên giran ku ji bo bên dermankirin berê xwe didin Hewlêrê, lê ji aliyê asayîşa PDK’ê ve tên asteng kirin û nahêlin ku derbasî hewlêrê bibin.  Ji ber vê yekê di serî de rewşa nexweşan û bi giştî li wargehê roj biroj rewş giran dibe.   Di 19’ê mehê de bi pêşengitiya Meclîsa Îştar û Meclîsa Gel a wargehê xwestin serdana Dayikên Aştiyê bikin lê belê asayîşa PDK' ê rê neda ku gel serdana dayikan bike. Berpirsiyarê asayîşê ku dengê xwe li ser şêniyan bilind kir, nehişt ku çapemenî jî wêne û dîman bikişîne.