Malbatên harbiyeyî rastî astengiya polîsan hatin: Ji 4 dayikan ditirsin 2019-09-21 14:34:46   STENBOL - Polîsan, destûr neda malbatên xwendekarên harbiyeyî li pêş avahiya AKP'ê ya Stenbolê çalakiya rûniştinê li dar bixin. Malbatan diyar kir ku ji bo zarokên xwe hatine li vir û gotin: "Em ji bo mafê zarokên xwe hatin li vir. Ewqas dayikan ditirsin."   Çalakiya malbatên xwendekarên Dibistana Şer a Hewayî ya Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ku dema Darbeya Leşkerî ya 15'ê tîrmehê hatibûn girtin, bi daxwaza adaletê li ber avahiya AKP'ê ya Stenbolê dabûn destpêkirin, didomin. Li derdora bînayê di asta herî jor de tedbîrên ewlehiyê hatine girtin û hatiye dorpêçkirin.    Malbatên harbiyeyiyan ku li Parka Halîçê ya li hemberî bînaya AKP'ê li hev kom bûn, ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Polîsan, Mahmûre Dereli, Ayten Gureşçî û Aysel Duran jî di nav de destûr neda dayikan. Dayik dema ku xwestin biçin Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê jî ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Li ser vê yekê malbatan got ku dê biçin Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stebolê.    Dayika Mahmûre Derelî ku kurê wê girtî ye, ragihand ku polîsan jê re gotiye: "Heke hûn zêde li vir rawestin em ê we bigirin." Mahmûre di berdewamê de jî ev tişt anî ziman: "Gotin em ê bigirin, Em ne ji bo girtinê ji bo mafê zarokên xwe hatine vir. Ewqas jî ji dayikan ditirsin. Ji 4 dayikan ditirsin?"