34'emîn Nobeta Demokrasiyê li Qoserê hat lidarxistin 2019-09-21 13:54:16   MÊRDÎN - Îro 34'emîn Nobeta Demokrasiyê ya Mêrdînê li Qoserê hat lidarxistin.    Li dijî tayînkirina qeyûman çalakiyên şermezarkirinê didomin. 34 roj in li Amed, Mêrdîn û Wanê Nobeta Demokrasiyê ya bi pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatî destpêkirin didome. Nobeta Demokrasiyê ya Mêrdînê îro li Qoserê li Qada Azadiyê hat lidarxistin. Parlamenterên HDP'ê Huseyin Kaçmaz, Remziye Tosun, rêveber û endamên HDP'ê û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) tevlî nobetê bûn. Di nobetê de pankarta 'Vîna gel nayê xespkirin' hat vekirin. Her wiha wekî her çalakiyê dora girseyê ji hêla polîsan ve hat dopêçkirin.    'Biryareke bêqanûnî ye'   Polîsan xwest li hemberî dirûşma "Bi berxwedanê em ê bi ser kevin" mudaxaleyê girseyê bike lê girse bi biryarî bi çepik, tilîlî û dirûşmeyan çalakiya xwe pêk anîn. Di çalakiyê de hevseroka HDP'ê ya Mêrdînê Eylem Amak, axivî û bal kişand ser biryara ku li hemberî Hevserokên Giştî yên Berê yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û diyar kir ku biryareke bêqanûnê hatiye dayîn.    'Em ê li ber xwe bidin'   Parlamenter Remziye Tosun jî di nobetê de axivî û da zanîn ku 34 rojin li ber xwe didin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em ê berxwedana xwe bidomînin. Şaredarî şaredariya gel e. Gel dê bi berxwedanê şaredariya xwe şûnde bigire. Dewlet di her firsendê de êrîşê Kurdan dike. Çi dikin bila bikin em ê li ber xwe bidin. Her wiha em jin dê wekî her car ji bo pergala hevserokatiyê têkoşîna xwe bidomînin. "