Çalakiya Dayikên Aştiyê di roja 21’an de didome 2019-09-21 10:26:46   MEXMÛR - Çalakiya Dayikên Aştiyê di roja 21’an de didome.   Çalakiya Dayikên Aştiyê ya li dijî dorpêça ku ev 66 roj in Ii ser Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), didome, di roja 21'emîn de li ber derê asayîşa PDK’ê didome. Lê hîn jî asayîşa PDK’ê rojane nexweşên giran jî di nav de, bi sedan karker û welatiyên ku divê derbasî Hewlêrê bibin destûr nadin ku derbas bibin.   66 roj in dorpêç û ambargoya ku rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê daniye ser Wargeha Penabaran a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) berdewam dike. Ji bo rakirina vê dorpêçê Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê tevî şert û mercên dijwar jî 21 roj in li seytera PDK'ê ya di navbera Hewler û Mexmûrê de çalakiya rûniştinê de bi israr in şev û roja xwe li wê derbas dikin. Li gel van hemû hewldanan, heta niha rayedarên hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê tu bersiv nedane Dayikên Aşitiyê. Dayik eşkere dikin ku heta dorpêç bi dawî nebe wê çalakiya xwe ya rûnîştinê bidomînin. Rojane nexweşên giran ku ji bo bên dermankirin berê xwe didin Hewlêrê, ji aliyê asayîşa PDK’ê ve tên astengkirin û nahêlin ku derbasî Hewlêrê bibin.  Ji ber vê yekê roj bi roj rewşa nexweş û wargehê giran dibe.   Dîsa di 19’ê mehê de bi pêşengitiya Meclîsa Îştar û Meclîsa Gel a wargehê xwestin serdana Dayikên Aştiyê bikin lê belê asayîşa PDK' ê rê neda ku gel serdana dayikan bikin. Berpirsiyarê asayîşê dengê xwe li ser şêniyan bilind kir û nehêlan wêne û dîmen bên girtin.   Her wiha dayik dibêjin heta ev dorpêç ranebe em dest ji çalakiya xwe ya rûniştinê bernaden