'Hemû jin bibin dengê jinên Efrînê da ku azadiya jinên cîhanê mayinde bibe' 2019-09-21 09:01:52   Sorgul Şêxo-Ronîda Hacî   HESEKÊ - Ji Rêveberiya Kongreya Star Gulîxan Tahir Li dijî kiryarên Tirkiyeyê yên  ku li ser  jinên Efrînê tên kirin û firotina wan bertek nîşan da û  got: " Firotina jinên Êzîdî û Efrînê firotina jinên hemû cîhanê ye. Dîroka hovîtiyê  li hember jinan  xwe dubare dike. Divê tevahî jin bibin dengê jinên Efrînê."   Dewleta Tirk di 18'êAdara 2018'an ket nav erdê Efrînê. Li dijî gelê Efrînê her roj kiryarên talanê û guhertina demografiya herêmê derdikeve holê. Kiryarên dijmirovî li deverên cuda jî tê kirin. Li gor jêderkên herêmî niha jinên Efrînî  yên ku ji Efrînê û gundewarên wê tên revandin li Ezazê tên firotin. Têkildarî mijarê ji Rêveberiya Kongreya Star a Navçeya Til Temirê Gulîxan Tahir nirxandin kir û nêrîna xwe parve kir.   'Di şexsê Şengalê de Erdogan xwest ku jêdera kurdewariyê tune bibe'    Gulîxanê di destpêka axaftina xwe de  êrîş û kiryarên çeteyên DAIŞ'ê ango ên li ser Şengalê  bi bîr xist û wiha got: "Di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê  de Erdogan bi rêya gelek çeteyên mîna Cebhet El-Nusra, Ehrar El-Şam û herî dawî jî çeteyên  DAIŞ' ê êrîşî Kurdan kir. Li Şengalê ku jêdera kurdewarî û mirovahiyê  bû, dest bi êrîşan kir. Xwesteka wî ew bû ku bi DAIŞ'ê re kurdan li Şengalê  tune bike û ber bi hovîtiya xwe ve here, heya tevahî kurdan qir bike. Di Şengalê de hovîtiya herî mezin li ser kurdan hat kirin û berdewamiya wê jî niha li Efrînê ye.  Di şexsê jinên Şengalê de xwestin dîroka kurdan tune bikin û civaka kurdan bê dayik û jinên xwedewend bihêlin, da ku civak ji kokê de tune bibe û bê zar bimîne teslîm bibe."   'Dîroka hovîtiyê li ser jinan  xwe dubare dike'   Gulîxanê diyar kir ku kiryarên dijmirovî yên  li hember kurdan bi dawî nebûne, niha li Efrînê dewam dike û wiha dirêjî da gotina xwe: "Kiryarên Erdogan ên  ku li ser gel dida meşandin bi dawî nebûne. Li Efrînê dixwaze bi qetilkirin û revandina jin û zarokan di  hemam demê de şewitandina darên zeytûna ku bi xwe dîrokekê vedibêje, têkçûna xwe veşêre. Çeteyên DAIŞ'ê jinên Êzîdî li Mûsil û Reqayê firotin û niha Dewleta Tirk li Ezazê jinên Efrînê difroşe.  DAIŞ rûyê din ê Dewleta Tirk e. Dîroka hovîtiyê  xwe dubare dike. Firotina jinên Êzidî û Efrînê firotina jinên hemû cîhanê ye."    'Divê civaka navneteweyî helwestek li hemberî dewleta tirk nîşan bide'   Gulîxanê diyar kir ku divê civaka navneteweyî çav û guhê xwe negirin û helwesteke cidî li hember dewleta tirk nîşan bide û wiha axaftina xwe dewam kir: "Duh jinên Êzidî îro jî jinên Efrînî ne, dibe ku sibe jinên Ewropayê jî bin. Divê civaka navneteweyî  li hember dewleta tirk helwestek cidî nîşan bide û hewl bidin ku tirkiye ji Sûriyeyê derkeve."   'Pêwîstî bi têkoşîneke hevpar heye'   Gulîxanê bang li tevahî jinên cîhanê kir ku bi hev re li hember êrîşên dewleta tirk têkoşîneke hevpar bidin meşandin û wiha dawî li axaftina xwe anî:" Li hember firotina jinên Efrînê divê jinên cîhanê  bi meş û çalakiyên xwe şermezar bikin û asta têkoşîna xwe bilind bikin, da ku azadiya tevahî jinan mayinde bibe ."