Esma û keça wê Arîn hatin tehliyekirin 2019-09-21 08:55:50   MÊRDÎN - Esma Yilmaz a ku ev 2 sal in bi keça xwe Arînê li girtîgehê dihat girtin, bi qebûlkirina serîlêdana serbestiya bi denetim do di saetên şev de ji girtîgehê derket.    Ji bo Arîna ku hîn du mehî bû tevî dayika xwe Esma Yildiz ket girtîgehê berê sê caran serîlêdana ji bo serbestiya bi denetim hatibû kirin lê ev yek nehatibû qebûlkirin. Esma piştre serî li AYM'ê dabû. Serîlêdana dawiyê qebûl bû û Esma û keça xwe Arîn do di saetên êvarî de ji Girtîgeha Girtî ya Tipa E ya Mêrdînê derketin.    Di tehliyekirinê de kêliyên hestiyar di navbera Esma û malbata wê de hat jiyîn.