Dîlan Dîrayet Taşdemîr: Werin em çareseriyê bi hev re pêk bînin 2019-09-20 13:56:26   ENQERE - Berdevka Meclisa Jinê ya HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, diyar kir ku AKP-MHP-Ergenekon êşa dayikan bi kar tînîn û di berdewamiyê de wiha got: "Ger ku pirsgirêka we hûn li êşa dayikan xwe dî derkevin, ger ku hûn dibên bila dayik negirîn, bêyî tu cudakariye werin em çareseriyê pêk bînin.     Berdevka Meclisa Jinê  ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  Dîlan Dîrayet Taşdemîr, di civîna meclisa jinê ku li navenda partiyê ya giştî hat kirin axivî.    'HDP hêzeke girîng  e'   Dîlan Dîrayet, diyar kir ku li gel qeyûmên tayînî şaredariyan hatin kirin jin di serî de paregala hevserokatiyê li xedîderketina li destkeftiyên xwe berdewam dikin.Dîrayet anî ziman ku HDP di 7'ê Hezîranê de ji bo gel bû hêvî û wiha berdewam kir: "Li dijî serweriya yek kesî , em jin û HDP hêzeke girîng in. Di hilbijartinên 31'ê Adarê û 23'yê Hezîranê de siyaseta ku me li Tirkiye û Kurdistanê meşand û perspektîfên me me ev hêz derxist holê. Ji ber vê êrîşên li ser partiya me zêde bûn."   'Bêtehemûliya li dijî pergala jinê'   Dîrayet diyar kir ku îktîdar ji demokratîkbûna tirkiyeyê ya di pêşengiya HDP'ê de ditirse û ji ber vê êrşên li dijî partiya wan zêde bûne.Dîryet anî ziman ku ji van êrîşan yek jî li dijî bakurê Sûriyeyê ye û wiha dirêjî da axafitina xwe: "Em dizanin ku rêveberiyeke di pêşengiya jinan de ya demokratîl li bakurê Sûriyeyê heye. Armanceke van êrîşan jî bê tehemûliya li hember nirxê jinê û pergala ku di pêşengiya jinê de hatiye avakirin e. Ji ber ku îktîdar wekî li hundir li derve jî naxwaze bi pergaleke demokratîk re bê gel hev.  Ji ber wê êrîşeke mezin li hemberî pergala jinê ku hatiye avakirin heye. Bi taybetî bi êrîşên li Şengalê yên ji Aliyê DAÎŞ'ê ve bazara koleyan hat vekirin. Jinên êzidî hatin revandin. Me ev wekî zîhniyeta li dijî jinê pênase kiribû. Em îro dibînin ku ev bazarên jinên kole li Efrîn û Ezezê hatine vekirin."   'Em ê destkeftiyên jinan mezin bikin'   Dîrayet, anî ziman ku êrîşên li dijî HDP'ê wê encam nestînin û wiha bi dawî kir: “Bi tayînkrina qeyûman vîna gel nas nekirin. Ev ne tenê desteserkirina şaredariyê ye. Bi vê yekê dixwazin li Kurdistanê mafê bijartin û hilbijartinê ji destê me bigirin. Dibêjin em mafê we yê bijartin û hilbijartinê nas nakin. Ji ber vê yekê mêtîngerî siyasî ye. Medya alîgir bi komployê kumpas ava kir. Hevşaredarên me yên Pasûr û Qereyaziyê bi vê komplo û kumpasê hatin girtin û vîna gel xezp kirin. Lê ew çi bikin bila bikin emê destkeftiyên jinan mezin bikin û xurt bikin. Çalakiyênk malbatên li pêş avahiya HDP'a amedê lîstika AKP-MHP-Ergenekonê ye. Em bang li hemû hêzên ku dibin sedem dayik êşan bikişînin dikin. “Werin em siyaseta aştiyê pêş bixin. Bêyî ku em dayikan cuda bikin em bi hevre mekanîzmayên ku pirsgirêkên dayikan çareser bikin ava bikin. "   'Çareserî ne rûniştina li ber deriyê partiya me ye'   Dîrayet diyar kir ku çalakiya dayikan a li ber avahiya HDP'ê lîstika AKP-MHP- Ergenekonê ye û ev tişt got: "Bi salane kesên ku êş bi dayikan dane jiyîn niha li ser êşên wan lîstikan dilîzin. Ger ku derdê we xwedîderketina li êşa dayikan e em dixwazin ku li ser vê erdnîgariyê tu dayik negrîn. Werin em siyaseta aştiyane bêyî ku cudakariyê di navber tu dayikan de bikin pêk bînin.  Çareserî ne rûniştina li ber avahiya me ye."