Protestoyên li dijî qeyûman ên di roja 33'emîn de li Nisêbînê hat kirin 2019-09-20 13:44:43   MÊRDÎN - Çalakiya rûniştinê ya li dijî qeyûman a li Mêrdînê dihat kirn û  di roja 33'emîn de ye  li Nisêbînê hat kirin   Çalakiya rûniştinê ya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê ya li dijî tayinkirina qeyûman di roja 33'emîn de didome. Parlamenterên HDP'ê Remziye Tosun, Huseyin Kaçmaz, Ebru Gunay beşdarî çalakiya ku li Parka Aştiyê ya Nisêbînê hat lidarxistin, bûn. Cihê çalakiya rûniştinê lê pêk hat ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Kesên beşdarî çalakiya rûniştinê bûn stran gotin û lîrandin. Piştî çalakiya rûniştinê ya ku saetekê dewam kir Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Huseyin Kaçmaz axivî.    'Em ê her li qadan bin'   Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû. Piştî daxuyaniyê ji bo bîranîna Apê Mûsa çalakger ketin ser rêya gundê Apê Mûsa.