Derbarê qetilkirina Efe Tektekin a bi wesayeta zirxî, lêpirsîn nehat destpêkirin! 2019-09-20 11:33:06   AMED - Derbarê qetilkirina Efe Tektekin a bi wesayeta zirxî, lêpirsîn nehat destpêkirin. Her wiha hat hînbûn ku ji xeynî otopsiyê tu tiştek nehatiye kirin û li edliyeyê jî qeyda wî tune ye.    Di 11'ê Îlonê de li Amedê zaroka 6 salî yê bi navê Efe Tektekin ji bo biçe nan bigire derketibû derve û ji aliyê wesayeta zirxî ve hatibû eciqandin. Efe di 13'ê Îlonê de li Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Efe piştî otopsiyê ji Nexweşxaneya Selahatin Eyubî hatibû girtin û li Goristana Yenikoyê hatibû definkirin.    Ji qetilkirina Efe hefteyek derbas bû lê hat hînbûn ku derbarê wesayeta zirxî ya Efe eciqandinye tu lêpirsîn nehatiye destpêkirin. Her wiha hat hînbûn ku ji xeynî otopsiyê tu tiştek nehatiye kirin û li edliyeyê jî qeyda Efe tune ye.    Di 6'ê Hezîrana 2018'an de  TOMA li Bapîrê Efe, Mehmet Tektekin (85) jî qewimî bû û Mehmet jiyana xwe ji dest dabû.