PDK'ê serdana Dayikên Aştiyê asteng kir 2019-09-20 08:33:14   MEXMÛR - Ev 66 roj e PDK'ê ambargo daniye ser Waregeha Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr). Ji bo rakirina vê dorpêçê komek ji Dayikên Aştiyê  xwestin bi rayedarên PDK' ê û hikumeta Iraqê re hevdîtin bikin lê ev koma dayîkan rastî astengî û heqaretên asayîşa PDK' ê hatin. Dayikan li ber wê seyterê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Do piştî nivro Meclîsa Îştar û Mecîisa Gel a Wargeha Mexmûrê xwestin serdana Dayikên Aştiyê bikin asayîşa PDK ê bi saetan gel li ber seyterê rawistandin rê nedan ku serdana Dayikên Aştiyê bê kirin.   Ji 17' tîrmihê de PDK' ê ambargo daniye ser Wargeha Mexmûrê û nexweş xwendevan, karker, şêniyên wargehê nikarin derbasî Hewlêrê bibin. Ji bo rakirina vê dorpêçê komek ji Dayikên Aştiyê  xwestin bi rayedarên PDK' ê û hikumeta Iraqê re hevdîtin bikin lê ev koma dayîkan rastî astengî û heqaretên asayîşa PDK' ê hatin. Dayikan li ber wê seyterê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Do piştî nivro Meclîsa Îştar û Mecîisa Gel a Wargeha Mexmûrê xwestin serdana Dayikên Aştiyê bikin asayîşa PDK ê bi saetan gel li ber seyterê rawistandin rê nedan ku serdana Dayikên Aştiyê bê kirin. Ev 21 roj in Dayikên Aştiyê li ber asayîşa PDK' ê di nava şert mercên zor de bi biryardariyek xurt çalakiya xwe didomînin. Do piştî nîvro bi pêşengitiya Meclîsa Îştar Meclîsa Gel a wargehê xwestin serdana Dayikên Aştiyê bikin lê belê asayîşa PDK' ê rê neda ku gel serdana dayikan bikin. Berpirsiyarê asayîşê dengê xwe li ser şêniyan bilind kir û nehişt wêne û dîmen bên girtin.