Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan 2019-09-19 15:32:21   STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo bi muvekilê xwe re hevdîtin bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mazlum Dînç, Newroz Uysal, Cengîz Yureklî û Faik Ozgur Erol bi boneya bi muvekilê xwe Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê dimîne re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Parêzerên Abdullah Ocalan Rezan Sarica û Newroz Uysal, piştî 8 salan di 2'ê gulan, 22'ê gulan, 12'ê hezîran û 18'ê hezîranê û herî dawî di 7'ê tebaxê de bi Abdullah Ocalan re hevditin kiribûn.