Şandeyeke Birîtanî serdana Meclîsa Jinên Sûriyeya Demokratîk kir 2019-09-19 14:32:08   QAMIŞLO -  Bi armanca naskirina têkoşîna jinên şoreşa Rojavayê Kurdistanê, şandeyek ji  welatê Birîtanyayê berê xwe dan Rojavayê Kurdisanê û bi jinên Meclisa Sûriya Demokratîk re civiyan.   Şandeya Birîtanî ya ku hatiye Rojavayê Kurdistanê, bi armanca naskirina pergala jin, rêxistin û şoreşa wê di herêmên Rojavayê Kurdistanê de, serdana jinên Meclisa Sûriya Demokratîk kir. Piştî ku şandeyê serdana bajarê berxwedanê Kobanê kir û gera xwe li nava kampa holê  de ya ku malbatên DAIŞ'ê lê dimînin bi dawî kir. Îro jî bi jinên şoreşê re li Meclisa Sûriyaye Demokratîk civiyan.    Şandeya ku ji 8 kesan pêk tê ji partiyên cuda yên Muhafiz û kedkarên Birîtanê ne. Şande ji aliyê Endama Koordinasyona Meclîsa Jinên Sûriyeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Asya Ebdullah, Seroka Kongera Star Evîn Siwêd, Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Emîne Omer û gelek kesayetên din ve hat pêşwazîkirin.  Şandeyê di destpêkê de xwe bi jinan dan nasîn û kêfxweşiya xwe bi hatina Rojavayê Kurdistanê anî ziman. Paşê nîqaşên berfereh li ser rêxistina jin û pergala wê ya xweser û gavên şoreşê hatin kirin.   Şande wê biçe serdana hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser.