Nobeta Demokrasiyê ya li Wanê di roja 32'emîn de ye 2019-09-19 13:06:13   WAN - Li dijî qeyûmên ku tayînî şaredariyên HDP'ê hatin kirin nobeta  Demokrasiyê ku da destpêkirin di roja 32'emîn de berdewam dike. Çalakiya îro de ev tişt hat gotin: "Hevserokatî xeta me ya mor e."   Ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve di 19'ê Tebaxê de qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amed, Wan  û Mêrdînê ku yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatin kirin û hevşaredar ji peywirê hatin girtin. Çalakiya Nobeta Demokrasiyê ya li Wanê ku lidijî qeyûman hat destpêkirin di roja 32'emîn de berdewam dike. Di nobeta ku li ber Şaredariya Rêya Armûşê ya Wanê hat lidarxistin de, ji parlamenterên HDP'ê Tulay Hatîmogullari, Murat Sarisaç, Kemal Bulbul, Hasan Ozguneş, hevşaredarên navçeyên Wanê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA)  û gelek şêniyên Wanê amade bûn.                                 Di çalakiyê de  parlamenterê  HDP'ê yê Antalyayê Kemal Bulbul axivî û wiha got: "Ev demek dirêj e em li dijî qeyûman têkoşîna xwe berdewam dikin. Ji ber ku em mafdar in. Teqez em ê bi ser kevin."   Piştî daxuyaniyê girse dest bi çalakiya rûniştinê kir û piştre çalakiya xwe ya îro bi dawî kir.