Li dijî qeyûm li ser dîwaran nivîs hatin nivîsandin 2019-09-19 10:15:34   MÊRDÎN - Meclisa Ciwanan a HDP'ê ya Mêrdînê li dijî qeyûmên ku tayînî şaredariyan hatin kirin li dîwaran nivîs nivîsîn.   Meclisa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdînê, li dijî qeyûmên ku tayînî şaredariyan hatin kirin li ser dîwaran û li ser kargehan nivîs nivîsîn. Ciwanan di vê çarçoveyê de dirûşmên "Rajêr nebe azad bibe", "Ji bikaranîna hişbir re na"  û "Wê ciwan bên qeyûm biçe" li ser dîwarên malan û kargehan nivîsîn.