Qeyûm Meclisa Şaredariyê qebûl nekir 2019-09-18 11:29:57   AMED - Qeyûmê ku tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat kirin, civîna xwe ya meclisê di bedêla ku bi 93 kesên hatin hilbijartin re bigrie bi 5 memûran re pêk anî û Meclisa Şaredariyê qebûl nekir.    Waliyê Amedê Hasan Basrî Guzeloglû ku ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve wek qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat kirin, civîna xwe ya yekemîn a meclisê di 11'ê Îlonê de pêk anî. Derket holê ku qeyûm, vê civînê li şûna 68 endamên meclisê yên HDP'ê, 22 endamên meclisê yên AKP'ê û 3 endamên meclisê yên SP'ê, bi 5 karmendan re pêk aniye. Di vê civînê de biryara meclisa hilbijartî ya têkildarî 5 mizgeftên ku esasê wan ji aliyê Şaredariya Peyasê ve hatibûn avêtin jî hat betalkirin.    Herwiha di sala 2016'an de jî piştî ku Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli ji peywirê hatin girtin, Cumalî Attîlla yê ku wekî qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin, 2 salan pê de civînên xwe yên meclisa şaredariyê bi 5 memûrên ku hatibûn tayînkirin re digirt.