Qeyûm tayînî şaredariya Qereyaziyê kirin 2019-09-18 11:24:20   ERZIROM - Hevşaredara Qereyaziyê Melîke Goksû ku cezayê wê hat erêkirin û hat girtin, Qeymeqam Mesût Tabakçioglû weke qeyûm tayînî şûna hat kirin   Qeymeqamê navçeyê Mesût Tabakçioglû weke qeyûm tayînî şûna Hevşaredara Qereyaziyê Melîke Goksû ku duh hat girtin kirin. Walitiya Erziromê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û diyar kir ku ji ber lêpirsîn û cezayê lê hatiye birîn Hevşaredar Melîke Goksû ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve bi awayekî demkî ji peywirê hatiye girtin û Qaymeqamê navçeyê Mesût Tabakçioglû wek qeyûm tayînî şûna wê hatiye kirin.