Pasûr piştî tayînkirina qeyûm careke din hat dagirkirin 2019-09-18 11:20:34   AMED - Piştî teqîna li Pasûrê ku pêk hat qeyûm tayînî şaredariya wê hat kirin. Piştî qeyûm navçe wekî ku careke din bê dargirkirin bi polîs û leşkeran hat tijîkirin. Heveroka HDP'ê ya navçeya  Pasûrê Selvî Akkoyun diyar kir ku ew bi komployek mezin re rûbirû mane û ji bo ku qeyûm tayîn bikin 7 kes kirin qurban.    Li gundê Agaçkorur yê navçeya Pasûrê ya Amedê di12'ê Îlonê de piştî ku 7 kesên di nav wan de cerdevan jî hebûn di encama teqîa ku pêk hat de mirin, Hevşaredarên Pasûrê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  Fatma Ay û Mehmet Fatîh Taş jî di nav de 5 kes hatibûn binçavkirin û piştre jî hatin girtin. Piştî ku hevşaredar hatin girtin li şûna wan qeymeqamê navçeyê Mutafa Gozet ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ve wekî qeyûm tayînî şaredariya Pasûrê hat tayînkrin.    Alavên DHP'ê desteser kirin   Piştî qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin ji aliyê polîsan ve bi ser avahiya HDP'ê ya navçeyê ve hat girtin û hat diyarkirin ku qaseyên kompîturên li avahiyê hatine desteserkirin. Herwiha li ketina navçeyê bîlboardên ku li ser wan nivîsa "Şehîd namirin  welat nayê parçekirin" hatine nivîsandin û di lampeyên minareyên mizgeftan ên li navçeyê de jî  heman nivîs tê nîşandan.     Li gel avan hemû pêkanînan hat diyarkirin ku Waliyê Amedê yê di heman demê de li şûna Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat tayînkirin Hasan Basrî Gozoglu, çûye Pasûrê û qeyûmê ku tayînî şardariyê hatiye kirin pirîz kiriye.    Li aliyekî din jî hat îdakirin ku cerdevan jî zextan li welatiyan dikin.    'Ji bo qeyûm tayîn bikin komplo pêk anîn'   Hevseroka HDP'ê ya navçeya Pasûrê Selvî Akkoyun di serî de ji bo 7 kesên ku di bûyerê de mirin ji malbatên wan re sersaxî xwest û wiha berdewam kir: "Dibêjin wesayita şaredariyê li cihê bûyerê hatiye dîtin. Wesayita şaredariyê ji bo ku ji gel re xizmetê bike dibe ku li her derê bê dîtin. Hemû şaredarî jî vê dikin û dizanin. Ji bo vê mirov dikare tenê bibêje ku kompo kir. Ji bo ku qeyûm tayîn bikin 7 kes kirin qûrban. Xwedê ji wan re nehêle."   'Malbat jî dizanin'   Selvî di berdewamiyê de anî ziman ku gelê Psûrê bi qasî ku zarokên xwe bikuje ne hov e, ger ku delîlekî wan heye bila îspat bikin.  Selviyê anî ziman ku bi salan li navçeyê hevseroke, welatiyên navçeyê hemû hev nas dikin û ev bûyer ji bo ku welatiyên navçeyê li hev sero bikin pêk anîn .Selviyê wiha dirêjî da axaftina xwe: "Piştî ku soylu hat vir bi rojekê bûyer pêk hat.  Her kes dizane ku çi bûye. Malbatên ku zarokên wan di bûyerê de jiyana xwe ji dest dan jî dizanin ku HDP'ê tiştekî bi vî rengî nekiriye. Malbatan diyarir ku ew hata niha li cem HDP'ê bûne û wê ji niha û şûn de jî vê piştgiriya xwe berdewam bikin. Ew jî dizanin ku ji bo tayînkirina qeyûm bûyer pêk hatiye û em jî dizanin.  Lê em  tu carî qeyûm qebûl nakin."