Parlamentoya Ewroyayê şaredariyên HDP'ê anî rojeva xwe 2019-09-17 16:49:00   NAVENDA NÛÇEYAN - Li ser daxwaza komên siyasî yên li Parlamentoya Ewropayê (PE) derbarê tayînkirina qeyûman a şaredariyên HDP'ê li Desteya Giştî biryara kombûna lezgîn standin.   Di 19'ê tebaxê de li şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê qeyûm hatin tayînkirin. Tayînkirina qeyûman dê li Parlamentoya Ewropayê roja pêncşemê were nîqaşkirin. Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin biryar bi piştgiriya çar komên siyasî hatiye standin.   Komên siyasî dê di roja pêncşemê bicivîn û li ser mijarê nîqaşan bikin. Di kombûnê de wê nûnerên Konseya Ewropayê û Komîsyona Ewropayê jî amade bin, tê payin ji 28 welatan parlamenter têkilî rewşa mafê mirovan a li Tirkiyê fikrên xwe diyar bikin.