Şaredariya Pasûrê ji hêla polîsan ve hat dorpêçkirin 2019-09-17 14:57:03   AMED - Piştî ku hevşaredarên Pasûrê ji peywirê hatin girtin û qeyûm tayînî şûna wan hat kirin, avahiya şaredariyê ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Polîs piştî ku nasnameya xebatkarên şaredariyê qontrol dikin, ew digirin şaredariyê.    Hevşaredarên Pasûrê Mehmet Fatîh Taş û Fatma Ay ku ji be teqîna ku beriya çend rojan li gundê Birêk ê navçeyê pêk hat, hatibûn girtin ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji peywirê hatin girtin û qeyûm tayînî şûna wan hat kirin. Piştî tayînkirina qeyûm bînaya xizmetê ya şaredariyê bi polîs û maşîneyên zirxî hat dorpêçkirin. Qeymeqamê navçeyê Mûstafa Gozlet ku weke qeyûm hat tayînkirin, derbasî şaredariyê bû. Polîs piştî ku nasnameya xebatkarên şaredariyê qontrol dikin û ew di lêgerînê re derbas dikin, digirin şaredariyê.