Aytena ku hat îdiakirin întîxar kiriye hat definkirin 2019-09-17 11:55:24   AMED - Ayten Kaya ya tê îdiakirin ku li Gêlê dawî li jiyana xwe aniye û li Goristana Yenîkoya Amedê hat veşartin.    Hat îdiakirin ku Ayten Kaya ya 35 salî dayika 7 zarokan li gundê Basraf a girêdayî navçeya Gêlê ya Amedê dawî li jiyana xwe aniyê. Hat ragihandin ku Ayten xwe li axûrê daliqaniye û dawî li jiyana xwe aniye. Cenazeyê Aytenê ji bo otopsiyê rakiribûn morga Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyûbî. Piştî otopsiyê malbatê cenaze wergirt birin Goristana Yenîkoyê ya Amedê û duh êvarê hat veşartin.    Hat ragihandin têkildarî bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin.