Li dijî qeyûman meşa bi meşale 2019-09-17 09:40:59   WAN - Welatiyên Wanê bi meşa meşaleyî tayînkirina qeyûman a ji bo 3 şaredariyên bajarên mezin  şermezar kirin.    Di 19'ê Tebaxê de bi fermana Wezîrê Karên Hundir qeyûm tayînî Şaredariyên Bajarên Mezin a Amedê , Wanê û Mêrdînê hatin kirin û li dijî tayînkirina qeyûman her roj li van bajaran çalakî tên lidarxistin. Welatiyên  Wanê jî di çarçoveya van çalakiyan de duh êvarê daketin kolanan û bi dirûşên "Wê qeyûm biçin em ê bimînin" meşa meşaleyî pêk anîn.