TJA'yiyan li bazaran armanca kampanyaya xwe vegotin 2019-09-16 16:24:04   RIHA - Tevgera Jinên Azad di çarçoveya kampanyaya xwe ya bi navê 'Ji bo guherîn û azadiyê tu jî rabe ser piyan' li Birecikê bazara ku jin  dixebitînin ziyaret kirin.    Di çarçoveya kampanyaya Tevgera Jinên Azad (TJA) "Ji bo guherîn û azadiyê tu jî rabe ser piyan" li Birecîka Rihayê çûn serdana bazara ku jin dixebitînin a li Taxa Sancakê. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Rihayê Ayşe Surucu û aktîvîstên TJA'yê tevlî serdanê bûn.     Di serdanê de jinan qala armanca kampanyaya xwe kirin.