Lı Wanê çalakiya rûniştinê di roja 29'emîn de ye 2019-09-16 13:01:16   WAN - Li Wanê çalakiya Nobeta Demokrasiyê ya li dijî qeyûman di roja 29'emîn de bi stran û dirûşman bi dawî bû.    Çalakiya Nobeta Demokrasiyê ku li dijî qeyûmên ji aliyê Wezrê Karên Hundir tayînî şaredariya Amed, Wan û Mêrdînê hatin kirin di pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan de hat destpêkirin li ber avahiya HDP'ê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê  di roja 19'emîn de berdewam dike.  Çalakiya îro ku hat destpêkirin de li gel parlamenterên HDP'ê Murat Sarisaç û Muazzez Orhan û parlamenterê Antalyayê yê ÎYÎ Partî Hasan Subaşi, Hevaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Mustafa Avçi, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê, Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kes tevi bûn.  Di çalakiya ku pankarta bi dirûşma "Ne îradeya qeyûm îradeya gel"c hat vekirin de parlamenter Hasan Subaşi axivî.     Piştî axaftinan çalakî bi bi stran û dirûşmên girseyê berz kirin bi dawî bû.