Komcivîna Hevrûkirina Civaknasîyê di roja duyem de didome 2019-09-16 11:09:44   KOBANÊ - Komcivîna Hevrûkirina Civaknasîyê ya li ser rewşa Kobanê di roja  duyem de li ser mijarên nirxên civakê didome.    Komxebata Hevrûkirina Civaknasîyê li ser rewşa Kobanê di navbera salên 2000 û 2019'an ya ku li Herêma Kobanê li Peymangeha Şehîd Zozan bi pêşengtiya Akademiya Civaka Demokratîk hatiye lidarxistin, di roja duyem de li ser mijarên nû yên girêdayî nirxên civakê berdewam e.    Di roja duyem de wê mijarên têkilî, girêdan, nirx, kevneşopî, baweriyên civakê, avahîsaziya demografiyê, pergala komîn û jinê dê werin nirxandin. Di danê sibehê de wê mijarên perwerde, hînbûn, rewşa çandî, tendurstî, şaredarî, ehlaq û olî nîqaş wê nîqaş bên kirin.      Komcivîna Hevrûkirina Civaknasîyê  bi nîqaşên li ser rewşa perwerdeyê didome.