Roja yekemîn a Komcivîna Hevrûkirina Sosyojîk bi dawî bû 2019-09-15 18:00:56   KOBANÊ - Roja yekemîn a Komcivîna hevrûkirina Sosyolojîk a li ser rewşa Kobanê bi nirxandina rewşa jinê bi dawî bû.   Bi pêşengiya Akademiya Civaka Demokratîk û bi amedebûna dehan rewşenbîr, siyasetmedar, lêkolînvan, civaknas, zanyar, bijîşkên derûnî û kesayetên serbixwe, roja yekemîn a Komcivîna hevrûkirina sosyolojîk ya li ser rewşa Kobanê li Peymangeha şehîd Zozan bi dawî bû. Li gor bernameya komcivînê wê sibe xala perwerdê, rewşa çandî, kurahiya exlaqî, nasnameya derûnî û encamname bê dayîn û civîn bi dawî bibe.   Piştî ku xala yekemîn hat pêşkêşkirin û ravekirn, xala duyemîn ku mijar jin bû ji aliyê Firyaz Berkel ve hat pêşkêş kirin.   Firyazê di destpêkê de behsa rewşa jinê kir û got: "Jin nîvê civakê ye û  nîvê din jî diwelidîne û perwerde dike. Loma jin dibe bingeha pêşketin û avabûna civakê. Her wiha çavkaniya guhertin û veguheritnê ye, ji ber wê jî divê em bizanibin em ê bi kîjan fikrê jinê perwerde bikin û civakê ava bikin. Kevneşopî û adetên civakê tenê li ser jinan hatine ferzkirin, her wiha hemû qanûnên olî jî tenê jin ji xwe re bingeh girtin. Her wiha mafê wê yê hilbijartina hevjînê xwe, xwendin û xebatê tune bû. Tenê jiyana jinê di xeleka anîna zarokan û mala xwe bi rêvebirinê de hatbû fetisandin. Rewşa jinê li hemû Rojhilata Navîn wiha bû, heta Kobanê jî beriya şoreşa 19`ê Tîrmehê wiha bû."   'Ol û jin'   Firyazê bal kişand  ser nêzkatiya  ol a li jinê û got: "Jin di ola Yahudî de çavkaniya şer e. Ji ber ku Adem ji ber jinekê ji buhiştê hat tecrîdkirin. Her wiha dema ku zarokên keç dihatin dinê ew weke şerm didîtin. Jin di ola Xirîstanî de jî weke kesa xirab dihat pênasekirin, giranî û hebûna wê di civakê de tunbû. Her wiha mafê mêr hebû ku jina xwe bifroşe. Di sala 1950 de zagoneke wiha hebû ku mêr dikarîbû jinanê bifiroşe û li şûna wê şeş keçan bistîne. Paşê Fransa di sala 1958'an de biryar girt ku jin tenê ji b xizmeta zilam be. Jin di ola Îslamî de ji olên din cudatir bû. Lê dîsa jî ne azad bû. Tenê bi pîroztiya xwe ya dayikbûnê dihat cudakirin."   Ji xwedawendbûnê ber bi koletiyê   Her wiha Firyazê  pêvajoyên şikestina jinê wiha anîn ziman: "Heger em vegerin civaka xwezayî em ê bibînin ku jin weke xwedawend dihat dîtin ji ber ku ji bedena xwe rûhekî din diafirand. Jinan qilanên xwe bi rengekî hevbeş, exlaqî û edalet bi rêve dibirin û îradeya hemû qilanê bingeh bû. Bi destpêkirina şaristaniyê re û bi taybet ya Sumeran, şikestina jinê ya yekê dest pê kir. Jina ku xwedawen bû, bû carye, fahîşe û tenê amûrê têrkirina cinsî. Şikestina jinê ya dûyemîn jî di serdema olan de dest pê kir. Dema ku em derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin û rewşa jin lê binêrin. Beriya şoreşê mafê jinan yê xwendinê hebû, lê tenê heta beşa amedehî. Hejmarek pir kêm dikarîbûn ku zanîngehê bixwînin. Zarokên mêr li ser zihniyeta ku cîhan hemû li dora wî dizîvire û bi gotinên tu şêrî, zilamî û bi hêzî. Lê jin bi zihniyeta ku tu biçûkî, nikarî, şerme, xezalî  û tu jinî dihatin mezinkirin. Her wiha ji bo wê amûrên çêkirina xwarinê û lîstokên ku wê ji bo zewacê amede bike dikirîn."   Rengê jinê di şoreşa Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê de   Firyazê ferq û cudahiya di navbera rengê jinê di aloziya Sûriyê û Şoreşa Rojava de anî ziman û wiha got: "Di şerê Sûriyê bi giştî û li rojavayê Kurdistanê bi taybet me dît ku jinan û mêran bi hev re rola xwe di serhildanan de girtin. Şerê Sûriyê vegûherî aloziyê, lê li rojavayê Kurdistanê veguherî şoreşa avakirin û xwe sazkirinê. Cuda bûn hebûna jin bû. Di raperîna Sûriyê de tu pankartên xwesteka azadiya jin nehatin hildan, lê li Rojava deng û rengê xwestina azadî û hevjiyana azad bilindbû. Jinên Rojavayê Kurdistanê jî hêza xwe ji fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocelan digirtin. Loma jinên Rojavayî şoreşa xwe li dijî orf, adet, zihniyeta baviksalarî û zayend perest ku jin fetisandibû."   Azadiya jinê bingehê sererastkirina civakê ye   Firyaz Berkel di dawî de wiha axivî: "Şoreşa Rojavayê Kurdistanê rêgez, pîvan û gelek nêrîn ji bo herdû zayendan jî guhert. Di hevpeymana Sûriyê de jî zagonên jin hebûn, lê nedihatin pêkanîn. Lê li Rojavayê Kurdistanê jinan têkoşîn û dikarîbûn xweseriya xwe avabikin. Her wiha pergala hevseroktiyê rol da jin ku nasname û hêza xwe derxe holê û nêrîna wê di biryargirtina di qadên siyasî, aborî û civakî de hebe.Bi giştî mirov dikare bêje, civak nikare guhertinên erênî çêke, ger ku rola jin têde nebe. Em teqez dikin ku şoreşa me destpê kir da ku em guhertinên bingehîn di civakê de bidin çêkirin, em ê berdewam bikin."      Di Roja yekemîn ya komcivînê de bal hat kişandin ser hişmendiya wekheviyê ya şaş û ev tişt hat gotin: "  Azadî şaş hatiye famkirin ku gelek jin dixwezin xwe weke zilam nîşan bidin, divê perwerdekirina jinên ciwan û zarokan bingeh were girtin, parçeyek ji civakê azadiya jin ji bo xwe xeterî dibînin loma divê ji bo guhertina vê nêrînê herdû zayend jî têkoşên bikin, divê li Kobanê rastiya jin were analîzkirin û rêbazên derxistina cewher werin pêşxistin û li şûna ku zagonên jin werin bikaranîn, divê mafên jin weke çandeke di civakê were rûniştandin."   Komcivîn wê sibe berdewam bike.