Dibistanên Qamişloyê derî ji xwendekarên xwe re vekirin 2019-09-15 17:10:50   QAMIŞLO - Mamoste û xwendekar di roja yekmîn a destpêkirina dibstanan de, diyar kirin ku ev sal wê pir serkeftî be û gotin: "Her salek nû, em fêrî agahiyên nû dibin, zehmetî zêdetirin û hêza me ji bo derbas kirina wan mezine."    Di yekê Îlonê de li rojavayê Kurdistanê  sala perwerdê ya 2019-2020 dest pê kir û xwendekaran li Qamişloyê jî dest bi perwerdê kir. Mamoste û xwendekarên dibstanên Qamişloyê ku di bin pergala Netewa Demokratîk a Rêveberiya Xweser de perwerdê dibînin, ji jansa me re nerînên xwe anîn ziman.   Rêveberiya dibstana Ehmed Sebrî Kobra Elî sala nû ya perwerdê li tevahî xwendekar û mamosteyan pîroz kir û got: "Di betlaniya havînî ya dibstanan li ser pergala perwerdeya mamosteyan, beşên perwerdê em rawestiyan. Pîrtûk, mamoste û pergala nû ya perwerdê ji pêşdibistan û hemû refên din re amade ne. Tevahî pêkhate ji pêşdibistan heta refa 11'an  bi zimanê xwe dixwîninyîn. Hemû dibstan ji refa çaran  zimanê pêkhateyên din dibînin û ji refa pêncan zimanê ingilîzî di heftiyê de sê caran dibînin. Xwendekar ji bo roja yekem a dibistanê bi coş tevli bûn, em jî bi dîtina wan carek din pir kêfxweş bûn.  Her roj xwendekar zêde dibin. Em bawer in ku wê saleke serkeftî be."   'Me pir bêriya dibstanên xwe, xwendin û hevalên xwe kirbû'   Xwendekara refa nehan Ariya Husên diyar kir ku ev çar sal in bi zimanê xwe yê dayîkê dixuyîne û wiha dom kir :"Piştî betlaneya havînî ku li malê demekê mam, min gelekî bêriya dibstanê, xwendinê û hevalên xwe kirbû. Em bi heyecanin  ji bo sala nû, ji bo ku em fêrî tiştin nû bibin. Ez serkeftinê ji hemû xwendkaran re dixwazim."   Xwendkara bi navê Berwîn Elî jî ev tişt got: "Her sal em fêrî agahiyên nû dibin, her wiha hevalên me yên nû çêdibin. Ji duh bi şev ji bo dibstanê min xwe amede dikir, ji ber ku min pir bêriya dibstanê kirbû. Her salek nû xwendekar zehmetiyên nû dibînin, lê hêza min pir e ku ez derbas bikim û bi serkevim."