Gelê Kobanê guhertina demografiya Efrînê napejirîne 2019-09-15 15:35:18   KOBANÊ - Bi sedan gelê Kantona Kobanê ji bo guhertina demografiya Efrînê daketin qadan û bi dirûşma"Ji dagirkeriyê re na" meşek girseyî li dar xistin.   Di bin dirûşma "Ji dagirkeriyê re na", hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a Demokratîk û bi sedan gelê kantona Kobanê êrîşên li ser Efrînê bi meşeke girseyî şermezar kirin. Di meşê de alên Kongreya Star, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Saziya Yekitî û pişgiriya Gelan, Saziya Malbatên Şehîdan û pankartên bi nivîsa "Dagirkerî, tunekirina çand û hebûna Gelê Kurd e. ", "Ji guhertina demografiya  Efrînê re na", "Jin Rojava diparêzin" û "Rabin ji bo Rojava" hatin hildan.    Meş ji Qada Jina Azad hat destpêkirin û li qada Şehîd Egît rawestiya. Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê li ser navê Rêveberiya Herêma Firatê Mihemed Şahîn axivî û wiha got: "Ji destpêka kirîza Suriyê dewleta tirk êrîşî Bakur-Rojhilatê Suriyê dike.  Herkes dizanê di19´ê Îlonê de dewleta tirk bi hemû hêza xwe êrîşî Kobanê kir. Bi berxwedaniyeke mezin gelê Kobanê û hemû hêzên demokrat komên girêdayî dewleta tirk şikênandin. Îro jî li herêma Efrînê dewleta tirk hemû kiryarên xwe yên durî nirxên mirovahiyê li ser gelê me ferz dike. Em îro careke din li hevdu civiyane, em helwesta xwe ji dewleta tirk re diyar dikin. Em kiryarên dervî mirovahiyê û bêexlaqiyê qebûl nakin."   Meş bi dirûşmên "Efrîn ne bi tenê ye" û "Bijî berxwedana gelê Efrînê" bi dawî bû.