Di pîrozbahiyê de daxwaza azadiya jinên Êzidî kirin 2019-09-14 17:17:41   ŞENGAL - Jin û dayikên Êzidî tevlî pîrozbahiya Quba Pirê Ewra bûn da zanîn ku tu carî dev jî çand û baweriya xwe bernadin û her wiha daxwaz kirin ku zarok û jinên ku ketine di destê DAÎŞ'ê de bên rizgarkirin.    Civaka Êzidî çand û kevneşopiyên xwe yên baweriye ligel her tiştî berdewam dikin. Yek ji wan kevneşopiya olî jî pirozbahiyên cimeyî ye. Her sal ev pîrozbahî li hemû qubeyên ku hene tên lidarxistin. Xer tên belav kirin û periyên (paçên kesk, sor, zer û spi) li quba tên darxistin tên nû kirin. Pirozbahiya li  gel pire ewra dawî bû û periyên we bi kefxweşiyekî mezin hat nû kirin.    Jina bi navê Xalîde Şemdîn jî ya ku tevlî pirozbahiyên Pire Ewra bûye kefxweşiya xwe bi vî awayî tine ziman: "Em her sal cimayî pîroz dikin. Berê ku ferman were serê me, çand û kevneşopiyên xwe me her tim bi cih dianî. Em niha jî bi cih tînin. Lê gelek kes ji ber fermane koçber bûne û dervayî Şengalê ne. Em disa jî kefxweşin ji ber em wecibên xwe yên olî û çandi tînin cih. Em disa jî weke beriya fermane pîroz dikin. Em dibejin ku çi dibe bila bibe em tu arî dev jî çand û ola xwe bernadin. Ev ji her tiştî zêdetir dikeve ser mile me ku em bi cih bînin. Ev pîrozbahî 2 rojan berdewam dike. Em vê cejnê li hemû civaka Êzidiyan pîroz kirin."   Her wiha jin û dayikên ku tevlî pîrozbahiyan bûn diyar kirin ku hêvî dikin ku her sal cejna xwe bi kefxweşî pîroz bikin û dixwazin jin û zarokên Êzidî ji destê DAÎŞ’e bên  rizgarkirin.