Endama meclîsa şaredariya Stockholmê nerazîbûn nîşanî qeyûman da 2019-09-14 17:03:06   NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Meclîsa Şaredariya Stockholmê û Seroka Koma Partiya Çep Clara Lindholm nerazîbûn nîşanî tayînkirina qeyûman li ser şaredariyên Amed, Mêrdîn û Wanê da.   Çalakiyên şermezarkirinê û bertekên li hemberî tayînkirina qeyûman a li Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdîne didomin. Endama Meclîsa Şaredariya Stockholmê û Seroka Koma Partiya Çep Clara Lindholm li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyeke bi dîmen da û bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da.   Clara, bi bîr xist ku di 19’ê tebaxê de şaredarên HDP’ê yên bajarê mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê ji peywira xwe hatine dûrxistin û got: “Erdogan li şûna van şaredaran walî peywirdar kir. Li Tirkiyeyê demokrasî di bin gefeke mezin de ye. Ji ber vê jî em piştgiriyê didin şaredarên HDP’ê.”