Çalakiya dayikên Mexmûrê didome 2019-09-14 10:29:36   MEXMÛR - 14 roj in Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê li seytereya PDK'ê ya di navbera Hewlêr û Mexmûrê de li dijî dorpêça ku 59 roj in Ii ser Wargeha Mexmûrê didome çalakiya xwe ya rûniştinê didomînin.    59 roj in dorpêç û ambargoya li ser Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) berdewam dike. Ji bo rakirina vê dorpêçê Dayikên Aştiyê yên wargehê tevî şert û mercên dijwar jî 14 roj in li seyteraya PDK'ê ya di navbera Hewler û Mexmûrê de di çalakiyê de ne. Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê şev û roja xwe li wir derbas dikin.   Heta niha rayedarên hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê tu bersiv nedana dayikan. Dayik diyar dikin ku heta ku dorpêç bi dawî nebe wê çalakiya wan jî berdewam bike.