'Efrîn bûye dojeh tirseke mezin û rewşeke xerab heye' 2019-09-14 09:06:44   Fîdan Ebdullah   ŞEHBA - Jina bi navê L.M a ku li Efrînê dima û ji ber êrîşên li Efrînê berê xwe daye Şehbayê da ku jiyaneke aram bijî diyar kir ku li Efrînê zilmek mezin heye û wiha got:"Jiyan li Efrînê pir zehmet e. Efrîn bûye cihê dojehê, tirseke mezin û rewşeke xerab heye."   Piştî êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê bi sedan kes hatin qetilkirin û bi hezaran kes jî ji ser axa xwe hatin koçberkirin. Hinek kesên ku di serdema êrîşan de nikaribûn derkevin bûn şahidên zilm û zordestiyên mezin. Yek ji jina ku bû şahidên kiryarên hovane jê jina bi navê L.M. ya 50 salî ye.    'Jiyan li Efrînê de bûye dojeh'   L.M di destpêka axaftina xwe de qala hovîtiya ku li ser şêniyan tê meşandin kir û wiha got: "Jiyan li Efrînê pir zehmet e. Mirov nikare ji mala xwe derkeve, yan jî li kolana bimeşe. Her roj revandin, qetilkirin û îşkence heye. Efrîn bûye cihê dojehê. Kesên ku li wir mane dixwazin derkevin, lê ji tirsa çeteyan re rê li pêşiya xwe nabînin. Kesê ku werin girtin jî wê werin kuştin ji bo wê jî mirov bê deng in û tiştek ji destên wan nayê."    'Li Efrînê koletî li ser jinan tê ferzkirin'   L.M. di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser kiryarên ku derheqê jinan de bi taybet tên kirin û wiha domand: "Tirsa herî mezin li Efrînê li ser jinan heye. Ji ber çeteyên dewleta tirk di dema êrîşan de jinê hedef digirin û niha jî hovîtiya herî mezin li ser jinan tê meşandin. Jin nikarin ji malên xwe derkevin. Koletî li ser wan hatiye ferzkirin. Çete jinan direvînin û mîna çeteyên DAIŞ'ê wan wekî  amûrên xizmetê bi kar tînin. Tirseke mezin û rewşeke xerab li Efrînê heye."   'Em aramiyê dixwazin'   L.M. herî dawî wiha got: "Ji bo ez malbat û zarokên xwe ji çeteyan biparêzim, em neçar man berê xwe bidin Şehbayê. Jiyan nema li Efrînê derbas dibe. Em aramiyê dixwazin. Bila dewleta tirk ji axa me derkeve."