ROJEVA 14'Ê ÎLONA 2019'AN 2019-09-14 09:00:00   *Berdevaka Kongreya Star a Rojava Evîn Siwêd derbarê lihevkirinên ji bo parastina sînor a di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Tirkiyeyê de, nirxandin kir. Evînê bal kişand ser têkoşîna jinan a ji destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê û heta roja îro û got: "Dewleta tirk her hewl dide ku destkeftiyên gelê kurd bi planên cuda bê tunekirin. Bi mijara herêma ewle jî tê armanckirin ku gelê kurd bê statu bê hiştin. Bi vê yekê êrîş li dijî jinan tê kirin. Ji bo parastina axa xwe jin her amade ne." DÎMEN HEYE   *Desteya Aborî û Çandiniyê li Şehbayê projeyeke çandiniyê ji  bo şêniyên  herêmê pêşkêş kir. Jinên ku di nava xebatên çandiniyê de cih digirin wiha gotin: "Berhemên hilberînê yên bi destên jinê xweş in. Bi dayina kedê bedewiya jinê watedartir dibe."DÎMEN HEYE   *Jina bi navê L.M a ku li Efrînê dima û ji ber êrîşên li Efrînê berê xwe daye Şehbayê da ku jiyaneke aram bijî diyar kir ku li Efrînê zilmek mezin heye û wiha got:"Jiyan li Efrînê pir zehmet e. Efrîn bûye cihê dojehê, tirseke mezin û rewşeke xerab heye."DÎMEN HEYE   *Çalakiya Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê 15 roj in didome. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Amedê jî çalakiya dayikên Mexmûrê silav kirin û gotin: “Gelê Kurd ji çanda berxwedanê tê, dê her tim li ser şopa berxwedanê de bin. Em bang li rayedarên Herêma Federal a Kurdistanê dikin ku bila dorpêçê bi dawî bikin.” DÎMEN HEYE    *Pitîka 2 mehî ya bi navê Hîra ji ber nexweşiya Hîpofosfatazyayê  bi mirinê re rûbirû ye. Birayê Hîrayê Talîp ji di yek saliya xwe de bi heman nexweşiyê jiyana xwe ji dest da. Ji bo ku Hîrayê bijî dayîka wê bang li herkesî kir ku alîkariya  wê bikin. DÎMEN HEYE    *Şaredariya HDP’ê ya Erdîşê ku bi hedefa ku şaredariya jinê bikin jiyanê xebatan dimeşîne, tiştên ku pergala hevserokatiyê bidest xistiye datîne holê. Hevşaredara Erdîşê Yildiz Çetîn ku ji îstîhdamê heta xebatên rê, starta gelek projeyan da wiha got: “Partiya me bi pergala hevserokatiyê jin xist navenda jiyanê.” DÎMEN HEYE    *Hevseroka HDP’a Amedê Hulya Alokmen Uyanik diyar kir ku dewlet pisgirêka xwe hepsê malbatên ku li zarokên xwe digerin, dike û got: “‘Zarokên wan yên ji sedemên cuda jî winda bûne, li vir lê digerin. Navnîşan ne tenê HDP ye’. Lê berpirsyariya me çi be em ê bi saziyê xwe re bînin cih." DÎMEN HEYE    *Bi dawîbûna demsala havînê re, jinên ji bo amadekariyên zivistanê ketin nava hewldanê li ser banên xwe dest bi hişkirina sebzeyan kirin. DÎMEN HEYE