Efeyê ku bi wesayeta zirxî jiyana xwe ji dest da hat definkirin 2019-09-13 15:08:34   AMED - Cenazeyê Efe Tektekîn ê 6 salî polîsan bi maşîna zirxî lê qeliband û kuştin li Goristana Yenîkoyê defin kirin.    Cenazeyê zarokê 6 salî Efe Tektekîn ê ku polîsan bi maşîna zirxî li Kolana Emekê ya taxa 5 Nîsanê ya navçeya Rezan a Amedê kuşt li Goristana Yenîkoyê defin kirin. Di 11 mehê de maşîneya zirxî li Efe Tektekîn qelibîbandibû û bi giranî birîndar kiribû. Efe rakiribûn Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê. Lê Efe şevê din jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wî piştî otopsiya li Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyûbî li Goristana Yenîkoyê defin kirin.    Dema cenaze ji morga Nexweşxaneya dewletê girtin Bav Ahmet Tektekin, bertek nîşanî polîsên ku bi maşîna zirxî kurê wî kuşt da û got: “Maşîna polîsan li pêş çavan kurê min qetil kir. Kurê min 6 salî bû. Ne mêş û morî bû. Çi karê maşîneya zirxî li wir heye. Polîsan çawa kurê min li wir nedît. Salek barê maşîneya TOMA'yê bavê min qetil kir."    Malbatê piştî otopsiyê cenazeyê Efe anî Goristana Yenîkoyê u li vir bi wecîbeyên olî defin kirin.   Şaxa ÎHD'ê ya Amedê jî têkildarî bûyerê daxuyanî da û got: "Di 10 salên dawî de di encama qezayên maşîneyên zirxî de li herêmê 17 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji ber kesên bersûc nayên cezakirin bi maşîneyên zirxî mirovan qetil dikin. "   Kalikê Efe Tektekîn Mehmet Tektekin (85) jî di 6'ê Hezîrana 2018'an de maşîna TOMA lê qelibandibû û kuştibû.