Çalakiya li dijî qeyûman a Mêrdînê di roja 26'an de ye 2019-09-13 13:59:31   MÊRDÎN - Li Mêrdînê çalakiyên li dijî tayinkirina qeyûman di roja xwe ya 26'an de dewam dike. Çalakî wekî her carê dîsa bi dorpêçkirina polîsan dewam kir.    Çalakiya li dijî tayinkirina qeyûman a li ser Şaredariyên girêdayî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di roja xwe ya 26'an de bi dorpêçkirina polîsan dewam dike. Parka Karayolari ya ku çalakî lê pêk hat dîsa ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin û têketina avahiya HDP'ê ya Mêrdînê dîsa ji aliyê polîsan ve hat girtin. Polîsan destûr neda Parlamenterên HDP'ê Dersim Dag, Omer Ocalan, Îmam Taşçier, Dayikên Aştiyê da ku beşdarî çalakiyê bibin. Heyeta ku hat astengkirin li ber avahiya partiyê çalakiya rûniştinê pêk anî. Heyeta ku li pêş pankarta "Îradeya gel nayê xespkirin" rûnişt, ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Welatiyên ku bi TOMA û wesayetên zirxî hatin dorpêçkirin, bi tilîlî û kilaman çalakiya xwe ya rûniştinê dewam kirin.    'Mersela merselaya Kurdistanê ye'   Îro Komeleya Nivîskaran a Mêrdînê û Meclîsa Ciwanan a HDP'ê jî piştgirî dan çalakiyê. Meclîsa Ciwanan a HDP'ê daxuyaniyek kurt da û diyar kir ku dê li dijî van polîtikyan têkoşîna xwe bidomîne. Piştre Parlamenterê HDP'ê Îmam Taşçier wiha got:"Ev 26 roj in em li dijî qeyûm li vir li berxwe didin. Hemû kes jî dizane ku biryara qeyûman ne rast e. Loma gel bertekên xwe yên li dijî qeyûman didomînin. Mersele merseleya gelê kurd e, mersele merseleya Kurdistanê ye. Kes nikare vê yekê jinedîtîve were. Em ê li dijî van polîtîkayan her dem têkoşîna xwe bidomînin. "   Çalakî piştî axaftinan bi çepik û dirûşma "Em ê serî hildin û bi ser bikevin" bi dawî bû.