'Ji bo tenduristiyek baş pêdivî bi parastinê heye' 2019-09-12 09:03:04   Ronîda Hacî - Sorgul Şêxo    HESEKÊ - Nexweşxaneya Ş.Lêgerîn her tim di xizmeta gelê herêmê de ye. Xebatkara Nexweşxaneyê Henûf Ibrahîm got: "Heta ji destê me tê em hewl didin ku xizmetek baş ji gel re bikin."   Piştî ku Nexweşxaneya Til Temirê di 10’ê Cotmeha 2016’an de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hat hedefgirtin û rûxandin, Heyva Sor a Kurdistanê ji nû ve nexweşxaneya bi navê Şehîd Lêgerîn ava kir û di 4'ê Nîsana 2018’an de hat vekirin. Pêwistiya gelê herêmê bi avakirina nexweşxaneyekê hebû lewra niha bi hezaran jin, zarok, ciwan, kal û pîr li nexweşxaneyê tên dermandikin. Têkîldarî mijarê Henûf Ibrahîm nêrînên xwe parve kir.   'Ji bo tenduristiyek baş pêdivî bi parastinê heye'    Henûf bal kişand ser girîngiya tenduristiyê û wiha got: "Pêwîst e mirov baş bedena xwe biparêze. Di van heyvên derbasbûyî de bi hezaran nexweşiyên zarokan ên wekî îltîhap û Ishalê hat dîtin. Germahiya zêde jî bandorek neyînî li ser tenduristiyê dike. Heta ji destê me tê em hewl didin ku xizmetek baş ji nexweşan re pêşkêş bikin. Di heman demê de pêwist e malbat zarokê xwe ji xwêya zêde, rûn, xwarina giran û tavê biparêze.”   'Di nexweşxaneyê de derman û alavên tibî kêm in'   Henûfê di dewama axaftina xwe de wiha got : "Ev nexweşxane ji bo xizmeta gel hatiye vekirin, lê ji ber kêmbûna dermanan em hin caran mecbûr dibin ku em nexweşan rakin nexweşxaneyên Serêkaniyê, Qamişlo û Hesekê. Erka me ye ku em xwedî li tenduristiya mirovan derkevin. Ji bo vê em banga hestiyarî û alîkariyê dikin ji ber tenduristiya baş mafê xwezayî yê her mirovekî ye.”   'Xweza jî tenduristiya mirovan diparêze '    Henûfê  teqez kir ku ji bo nexweşiyên heyî dermanên xwezayî baş in û wiha  axaftina xwe bi dawî kir: "Ji bo parastina zarokan ji nexweşiyên îltihabê û yên wekî din pêwist e malbat di warê xwarina zarokan de baldar be, wan ji tava tûj biparêze, li paqijiya wan miqatebe û ji bo tenduristiya wan her wan ji bo kontrolê bînin nexweşxaneyê. Hewaya paqij jî girîng e. Xweza tenduristiya mirovan diparêze. "   'Nexweşxaneya Ş.Lêgerîn ji bo xizmeta gel e'   Jina bi navê Wedha Ehmed ku ji gundê Til Werid ê girêdayî Navçeya Zirganê ye wiha got: "Em ji gund hatine nexweşxaneyê ji bo keça min zarokê xwe bîne dinyayê. Nexweşxane bi erkê xwe radibe û nexweşan baş derman dike, em spasiya wan dikin ji ber ku xizmeta gel dikin."   'Buhabûna dermanan ji kesên xizan re pirsgirêkek cidî ye'   Jina bi navê Xeter Eslim gazin ji buhabûna dermanan dike û wiha dibêje: "Em nikarin ji bo tenduristiyê biçin gel bijîşkên taybet. Ji ber heqdestê wan û derman jî pir buha ye, lewma em berê xwe didin Nexweşxaneya Ş.Lêgerîn. Ger ev nexweşxane neba gelo kesê xizan wê rewşa wî çiba? Em bi siûd in bi vê nexweşxaneyê, ji ber alîkar e û di xizmeta gelê herêmê dike."