Ji Dayikên Aştiyê ji bo malbatên li ber HDP’ê: Ji vê lîstikê bawer nekin 2019-09-11 09:16:08   WAN - Dayikên Aştiyê yên Wanê bang li malbatên ku bi îdiaya zarokên wan revandina çiyê, li ber avahiya HDP’a Amedê çalakiyê pêk tînin, kirin û wiha gotin: “Ji bo aştiyê biçin ber derê AKP’ê rûnin. Neyên vê lîstikê.”   Li ber avahiya HDP’a Amedê malbat bi îdiaya zarokên wan revandine çiyê rûniştine û çalakiyê pêk tînin. Serdozgeriya Komarê ya Amedê di rojên borî de der barê rêveberên HDP’ê de lêpirsîn dan destpêkirin. Çalakiya malbatan bi parastina sedan polîsî pêk tê û Ajansa Anadolu (AA), A Haber û ATV ku cih nadin tu bernameyeke HDP’ê, balkêş e ku yek deqeyekê malbatan tenê nahêlin.   Dayikên Aştiyê yên Wanê der barê çalakiya malbatan de ji ajansa me re axivîn. Dayikên Aştiyê wiha gotin: “Di pêvajoyek wisa de ne li ber HDP’ê li ber avahiya bajar a AKP’ê çalakiya xwe pêk bînin.”   ‘Ev lîstikek dewletê ye’   Dayika Aştiyê Hanîfe Kaçak diyar kir ku zarokên Kurd li dijî polîtîkayên zextê riya çiyê tercih kirine û got: “Yên diçin ji xwe bi îradeya xwe diçin. Tu wateya rûniştinê ya li wir tune ye. Li şûna li wir rûdinin divê ji bo aştiyê çalakiya rûniştinê pêk bînin. Em hemû dizanin ku ev lîstikek dewletê ye. Tenê ev lîstik mabû wê jî niha pêk tînin. Ji ber vê divê gelê me û malbat neyên van lîstikan. Girtiyekî siyasî ji ber malbata wî tevlî vê çalkiyê bûye hewl daye întîxar bike. Kurê wan jî dizane ev lîstik e. Ger dayik dixwazin çalakiyê pêk bînin bila ji bo rawestandina xwînê çalakiyê pêk bînin.”   ‘Hewl didin rojevê biguherin’   Ji dayikên Aştiyê Kewê Işik jî destnîşan kir ku piştî qeyûman ji bo rojevê biguherin, berê malbatan dane wir û got: “Divê demildest dest ji vê lîstika qirêj berdin. Em dibînin ku polîs piştgiriyê didin wan malbatan. Piştî qeyûman tiştek wisa çêbû. Armanca wan guhertina rojevê ye. Armanca wan ev e ku HDP’ê mijûl bikin. Ez bang li dayikan dikim bila ji bo aştiyê çalakiyê pêk bînin.”   ‘Bila hesap ji AKP’ê bipirsin’   Dayika Aştiyê Zekiye Kaya jî wiha got: “Polîs 24 saetan li ber avahiya HDP’ê di nobetê de ne. Ma qet nabînin zarok diçin wir an na. Kî wan dişîne. Tiştekî wisa tune ye. Ev rêbazeke şer a dewletê ye.”