Egîtîm Sen: Em ê li dijî xespkirina maf û vînê têbikoşin 2019-09-11 09:06:49   AMED -  SES û Egîtîm Sena Amedê li avahiya xwe li dijî tayînkirina qeyûman pankart daliqandin û bi hinceta îxbariyê, polîsan bi zorê pankart rakir. Ji Egîtîm Senê jinan bertek li hemberî tayînkirina qeyûman nîşandan û gotin: "Maf û îradeya me hat xespkirin. Li Tirkiyeyê her ku diçe demokrasî ber bi tunebûnê ve diçê. Lê em li dijî wê yekê têkoşîna xwe bidomînin."   Egîtim Sen û Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) ên Amedê, bi armanca şermezarkirina tayînkirina qeyûman pankarta 'Dest nede vîna min' bi avahiya xwe ve daliqandinbûn. Polîsan bi hinceta daliqandina pankartê bi ser avahiya SES û Egitîm Senê de girtibûn û pankart rakirbûn. Hevseroka Egîtîm Senê ya Amedê Hatîce Efe û endama Egîtîm Senê ya Amedê Fatma Yildizhan ji ajansa me re derbarê tayînkirina qeyûman û zextên li ser saziya xwe nirxandin kirin.    'Derbarê pankartê de hinceta ixbariyê'   Fatma, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser pankarta ku hatî dalîqandî û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Kesên ku gotin em ji endamên Şaxa Ewlehiyê ne hatin avahiya SES’ê û gotin 'Ji me re derbarê daliqandina pankarta wê de îxbar hatiye kirin' divê em pankartê kom bikin. Piştî gengeşiyê ji me re biryara dozgeriyê anîn. Ev tişt nîşaneya bêtehammuliyê ye. Bi pankarta hatî daliqandin jî aciz in."   'Mafê min û îradeya min hatiye xesipkirin'   Fatma di axaftina xwe qala tayînkirina qeyûman kir û wiha got: "Bi awayekî zordest ketin avahiya rêxistina me, gotin em mezin in, em dikarin her tiştî bikin, hiqûq jî em in û dadger jî em in. Lê ji bo wan tişta herî giran tê jî peyva îradeyê ye. Tu aliyekî meşru yê kayumê nîne. Qirêjiyên xwe meşrû didin nîşandan. Dixwazin, sendîka, qadên çandê, civakî, tenduristî û karkeran bêdeng bikin. Yek ji rêxistinên sivîl ên herî girîn Egîtîm Sen û SES’e.  Ji ber vê ye ku ji deng û berteka me acizbûn. Em her du rêxistin ji bi tu awayî qeyûmê qebûl nakin. Kesê ku bi hilbijartinê nehatibe ne meşrû ye. Mafê min û îradeya min hatiye xespkirin. Lê em tu carî paşde gav navêjin. Em bang li hemû kesan dikin ku tevlî çalakiyan bibin. Divê em serî netewînin."   ‘Me cara duyem panqart daliqand’   Hatîceyê jî bal kişand ser gefa polîsan û wiha got: "Qeyûm xespek e û li hemberî îradeya gel pêk hatiye. Em wekî Saziyên Sivîl me xwest li dijî xespkirin vîna gel û tayînkirina qeyûman me li avahiya we pankarta 'Dest ne de vîna me' daliqand. Piştî 5 rojan polîsan xwest pankartê rakin. Ev daxwaz û rakirina pankartê lidij hiqûqê ye. Me cara duyem pankart daliqand."   'Em ê di nav têkoşînê de bin'   Hatîce, di axaftina xwe de bal kişand ser demokrasiya Tirkiyeyê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li Tirkiyeyê her ku diçe demokrasî ber bi mirinê ve diçe. Dixwazin bi gefên xwe dengê me qut bikin û ev tişt jî tê wateya fetisandina demokrasiyeyê. Em ê li hember van yekan di nava têkoşînê de bin.