‘Êdî qeymeqam destûra xebatên şaredariyê dide' 2019-09-10 09:07:01   MÊRDÎN - Şaredariya Şemrexê ya Mêrdînê ku di hilbijartinên herêmî de bi rêjeya dengekî mezin ket destê HDP’ê, niha rastî lêpirsîn û girtekan tê. Ligel vê ji bo her xebata ku şaredarî hewl dide bimeşîne jî divê Qeymeqamtî destûrê bide.   Piştî hilbijartinên herêmî şaredariya Şemrexê ya ji qeyûman hat girtin, niha lêpirsîn lê tên vekirin. Şaredariya ku piştî hilbijartinan bi xebatên ku meşand ji aliyê çapemeniya alîgir ve hedef tê nîşandan, her wiha hat hînbûn ku Qeymeqamtiya navçeyê ji bo şaredariyê girtekek nû girtiye. Hat diyar kirin ku xebatên ji aliyê şaredariyê ve tên meşandin ji aliyê qeymeqamtiyê ve rastî astengiyan tê û ji bo rakirina yek kevirekî jî divê destûr bê dayîn.   ‘Li hember şaredariyê li ser hev lêpirsîn’   Hevşaredara Şemrexê Mulkiye Esmez der barê pêvajoyê de axivî û da zanîn ku ji roja dest bi peywirê kirine heta niha der barê wan de gelek lêpirsîn hatine destpêkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ji serî de zextên li ser şaredariyê dizanin. Der barê biryarên meclîsa şaredariyê de jî lêpirsîn hat vekirin. Herî dawî ji bo tevlîbûna 30’ê Tebaxê Cejna Serkeftinê nivîs hat şandin. Me jî çelengek amade kir û şand. Lê çelenga me bi hinceta nivîs lê tune şandin şaredariyê. Piştre qeymeqamtiyê girtek girt. Me jî derbarê vê de serlêdana sûc kir.   ‘Ji bo rakirina kevir jî destûrê dixwazin’   Mulkiyeyê destnîşan kir ku xebatên her tim rastî astengiyan tên û wiha got: “Piştî qeyûm tayînê şaredariya bajarê mezin bû şûnde xebatên me her tim hatin asteng kirin. Xebatkarên me nikarin kevirekî rakin. Hemû girêdayê destûra qeymeqamtiyê bûne. Em beyî destûra wan nikarin tiştekî bikin. Em nizanin bi van çi armanc dikin. Tevî her tiştî em ê xizmeta xwe bidomînin. Em li dijî van zext û êrîşan wê têkoşîna xwe bidomînin.”