Li Wanê çalakîya li dijî qeyûman berdewam e 2019-09-09 18:15:02   WAN - Li dijî tayinkirina qeyûman çalakiya runiştinê tevî hemû astengî û mudexeleyên polîsan di roja xwe ya 22’emîn de didome. Tevî hemû astengiyên polîsan bi pêşengiya parlementeran girse heta navenda HDP’ê ya Wanê û meşiya.    Çalakiya rûniştinê ya li dijî qeyûman a  li navçeya Îpekyolu ya Wanê di roja xwe ya 22’emîn de  berdewam dike. Parlamenterên HDP'ê Murat Sarisaç, Ayşe Surucu, Dilşad Canbaz Kaya, Murat Çepni, Hasan-Ozguneş,Ayşe Acar Başaran û Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, Mustafa Avci, rêvebirên navçe û bajêr ên HDP'ê,  Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Dayikên Aştiyê  beşdarî çalakiya rûniştinê bûn. Di çalakiya şermezarkirina qeyûman a li ber avahiya navçeya Îpekyoluyê de pankarta "Ne îdareyan qeyûman vîna gel” û dovîzên “Jin jiyan azadî”, Qeyûm dê here gel dê were” hatin rakirin.    ‘Heta ku hevşaredarên bên ser peywirê berxwedan’   Çalakî bi axaftina parlementerê HDP’ê yê Îzmîrê Murat Çepnî ve hate destpêkirin. Murat bi lêv kir ku heta ku hevşaredar  şaredariyê tînin ser peyvirê ew ê têkoşîna xwe bidomînin û wiha axivî;” Di 19 tebaxê 3 şaredariyên me hatin xespkirin. Li dijî qeyûman têkoşîna me di roja 22’an de didome. Ev xespkirin ne hiquqî bû, ev li dijî vîna gel xesp bû. Ev erdnîgariyê nijadperestî û nebaşî bi hemû xirabiyan hatiye qirêjkirin. Em vê pêvajoyê ji wisa dinirxînîn. Ev 22 rojin em li Wan,Amed û Mêrdînê bi pêşengiya hêzên demokratîk tedikoşîn. Li tevî hemû astengiyan dîsa ji têkoşîna me didome. Heta ku hevşaredarên me tînin ser peyvira xwe em ê têkoşîna xwe bidomînin. Ev şer şerê îktîdarê ye. Ev polîse hemû parasvanên serokwezîrin. Ev xespkirin ne tenê li dijî gelê kurde, li dijî hemû gelên Tirkiyeyê ye.    ‘Wê li dijî zilmê û faşîzmê berxwedana me dê  bidome’   Murat, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên îktîdarê û got ku ev polîtîka zirarê didin xwezayê û mirovahiyê û wiha bi dawî kir;” Li dijî her têkoşerekî di bin mertal. Çima? Ji ber ku em qetilkirina xwezayê, em cinayetan û em zilmê qebûl nakîn.  Ew tiştê ku em niha rû bi rû dimînin îstîsmar û cinayet e. Ew kesên ku ji îstîsmar û derewan dikin, îro derbe li vîna gel kiriye. Wê li dijî zilmê û faşîzmê berxwedana me bidome.”    Rojnameger hatin astengikirin   Piştî axaftina Murat girseyê xwest ku heta navenda HDP’ê bimeşe lê bi astengî û mudexeleya polîsan re rû bi rû man. Di navbera polîs parlementeran de gengeşî derket. Parlementerê HDP’ê yê Wanê Murat Saricaç bertek nîşanî vê helwestê da û bang li hemû gelê Wanê kir ku li dijî qeyûman çalakiyên xwe yên demokratîk pêk bînin. Her wiha di wê encamê de polîsan destûr neda ku rojnameger dîmen bikşînin.    Tevî hemû astengiyan bi pêşengiya parlementerên HDP’ê girse bêdengî  heta navenda HDP’ê meşiya.