Çalakiya rûniştinê di roja 22’an de ye: Divê zarokên me bi zimanê xwe perwerde bibin 2019-09-09 18:08:16   AMED - Çalakiya rûniştinê ya li dijî tayînkirina qeyûman li Amedê di roja 22'an de berdewam kir. Di çalakiyê de Hevseroka HDP'ê ya Amedê Hulya Alokmen destnîşan kir ku Kurd ji bo rûmetê têdikoşin û got: "Îro dibistan vebûn, hêj zarokên me bi zimanê xwe nikarin perwerde bibin. Em hêj li pêy daxwaza perwerdehiya zimanê zikmakî ne.'    Di 19'ê tebaxê de Wezîrê Karên Hundir Suleylan Soylu qeyûm tayînî Şaredariyên HDP'ê yên Amed Wan û Mêrdînê kiri bû. Bertek û nerazibûnên li dijî tayînkirina qeyûman her roj bi çalakiyan didome. Çalakiya rûniştinê ya li Kolana Lîseyê di roja 22'an de didome. Komê li qadê pankarta "Dest nede vîna min" hildan. Ciwanan di çalakiyê de dirûşmeya “Li dijî dizan mil bidin mil" berz kirin. Parlamenterên HDP'ê, Wekîlê Serokê Koma HDP'ê, Hevşaredarên Sûr, Farqîn, rêveberên HDP'ê, Nûnerên TJA, Dayikên Aştiyê û gelek nûnerên rêxistinên demokratîk amade bûn. Di çalakiyêde jinên dengbêj stran gotin û çalakî geş kirin.    Di çalakiyê de Hevseroka HDP'ê ya Amedê Hulya Alokmen destnîşan kir ku Kurd ji bo rûmetê têdikoşin û wiha got: "22 roj in çalakiya me didome. Her kes zane ku wê têkoşîna me bidome. Çalakiya me ne tenê li 3 bajarên ku qeyûm tayîn kirine, li her derê didome. Têkoşîna Kurdan êdî bûye têkoşîna rûmetê. Îro dibistan vebûn, hêj zarokên me bi zimanê xwe nikarin perwerde bibin. Em hêj li pêy daxwaza perwerdehiya zimanê zikmakî ne.    Rêveberê Hereketa Azadî Abdullah Bozkuş jî diyar kir ku qeyûm êrîşa li dijî çand û zimanê Kurdan e û wiha got: "Têkoşîna me wê bidome. Îktidar naxwaze Kurd xwe bi xwe bi rêve bibin. Bêzariya îktîdarê li dijî vê yekê ye. Em qeyûman qebûl nakin û tekoşîna me ya li dijî wê, dê bidome."    Selçûk Mizrakli jî anî ziman uk biryar ne tenê darbeyeke siyasî ye û wiha axivî: "Dest dirêjî rûmeta kirin. Suleyman Soylû ji bo tayînkirinê dibêje 'ne qeyûm, serokwekîl'. Dema ez çûm deverekê min li şûna xwe kes nekir wekîl. Meclîsa şaredariyê jî ew nehilbijartiye. Navê vê yekê qeyûm e. Dîsa bi wesîleya salvegera wefata Yilmaz Guney em wî bi bîr tînin. Em ê bi ser bikevin, teqez bi ser bikevin."    Wekîlê Serokê Koma HDP'ê Saruhan Oluç, bal kişand ser malbatên ku li ber avahiya HDP'ê ya Amedê rûniştine û got: “Operasyona aqilekî ava bikin heye. Ev sûcê giran dikin. Êş û hestê dayikan dikin maşik û li ser wan hebûna xwe pêş dixin. Em bang li hemû malbatan dikin ku em bi hevre pirsgirêkê çareser bikin. Ketine zorê. Niha dixwazin peyve 'Qeyûm' qedexe bikin. Hemû cihanê ev rezalet dît û fam kir. Ji bo bi rêya aştiyê çarser bibe divê gav bên avêtin."   Çalakî bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.