‘HDP wê der barê şîdetê de serlêdana sûc bike’ 2019-09-09 09:11:51   ENQERE - Zeyno Bayramoglu ya HDP’î diyar kir ku partiya wan ji bo qeyûmên hatiye tayîn bike protesto bikin hatine cem hev lê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve û rastî pêkanînên ku wek îşkenceyê hatine û wiha got: “Em ê rêzdarî û berxwedanê nîşanî wan bidin.” Endama Partiyê Betol Koca jî bi lêv kir ku wê der barê pêkanînên wek îşkenceyê de serlêdana sûc bikin.   Piştî ku qeyûm tayînî sê şaredariyê bajarên mezin yên HDP’ê yên Amed, Wan û Mêrdînê bûn şûnde, gel ji bo xwedî li îradeya xwe derkeve daketin kolanan û mafên xwe yên demokratîk bi kar anîn. Li Enqereyê bi hinceta Walîtiyê destûr nedan daxuyaniyê. Hevserokên HDP’a Enqereyê bi awayekî wek îşkenceyê hatin binçavkirin û di dema binpêkirinê de jî hêzên ewlehiyê tehdîda ‘em ê rêzdariyê nîşanî we bidin, hûn ê bibînin’ hat bikaranîn. Hevseroka HDP’a Enqereyê Zeyno Bayramoglu û endama partiyê Betul Koca der barê şîdeta li hember wan û partiyê de axivîn.   ‘Walîtî çalakiyên me her qedexe dike’   Zeyno Bayramgolu got hêzên ewlehiyê xwe di ser hemû qanûnan de dibînin, li pêş daxuyaniyên me her tim ‘qedexeyên walîtiyê’ derxistin û got: “Em dibêjin; Walîtî ne li ser destûra binghîn e. Destûra bingehîn a bi awayekî zelal îfade dike, em biryara Walîtiyê nas nakin.Em tiştekî derveyî qanûnî nakin. Em mafê xwe yê qanûnî dikin. Hevşaredarên me ji peywirê hatin girtin. Ligel vê li welat her tişt serobino bûye. Bêguman wê welatî deng derbixin. Me got em ê bên binçavkirin lê em venakişin. Em ê derkevin derve û çalakiya xwe ya bi awayekî aştiyane pêk bînin.”   ‘Em ê serlêdana sûc bikin’   Zeyno bi lêv kir ku dema binçavkirinê rastî pêkanînên digihêjin îşkenceyê hatine û wiha pê de çû: “Lê ew jî ji ber dizanin ku nayên cezakirin, her cureyê heqeretê dikin. Lê em ê rêzdariyê jî, berxwedanê jî, anîna demokrasiyê jî nîşanî wan bidin û bi wan bidin fêrkirin. Em yek pêngavekê şûnde navêjin. Ew jî dizanin ku em şûnde gavê navêjin. Em ê berxwe bdiin. Em ê serlêdana sûc bikin. Bêguman em van pêkanînan bixwe nadin xwarin.”   Zeyno di berdewamiyê de ev tişt bi lêv kir: “Zîhniyeta serdest di çalakiyê de xwe li ser jinan aniye astek cuda. Em jin û civak dizanin ku qeyûm ji bo me tu tiştekî îfade nake. Naxwazin aliyê berxwedêr yê civakê bibînin. Me berê jî gotibû em niha jî dibêjin ‘hevserokatî xeta me ya mor e’. Em ê têkoşîna jinê û berxwedanê mezin bikin.”   ‘Şîdet li her qadê heye’   Endama HDP’ê Betul Koca got tenê rastî şîdeta fîzîkî nehatine di heman demê de rastî heqeretan hatine û got: “Ev zimanê çavsor ji zimanê desthilatdariya siyasî tê. Desthilatdariya siyasî her tim zimanekî newekheviyê bi kar tîne. Îro di serî de 3 şaredariyên mezin, li hember şaredarê Stenbolê jî heman zimanî bi kar tîne. Dema zimanê desthilatdariyê wisa be, yên hêzên dewletê jî wisa dibe. Xwe wek hêz dibînin. Derdikevin pêş me dibêjin em dewlet in. Em dizanin ku wan sûcekî aşkera kiriye. Em wek HDP’ê dest ji zimanê aştiyê bernadin.”   Betulê di dawiya axaftina xwe de ev tişt got: “Qeyûm tayînî şaredariyên me kirin. Gelê Kurd daket kolanan xwedî li îradeya xwe derket. Naxwazin gelê Tirk bê cem gelê Kurd. Em li Enqereyê nikarin tu mafê xwe yê demokratîk bi kar bînin. Me ji nedîtîve tên. Li hember siyasetmedarên jin tirsa wan heye. Em di çalakiyan de bi awayekî cidî şîdetê dibînin. Hevserokên me bi derbkirinê binçav kirin. Zarokekê 16 salî bi pêkanînên wek leşkerên Israîl binçav kirin. Em ê der barê vê de gilî bikin.”